Jinên misirî bi navê ‘Operasyon’ rêxistina xwe ava kir
12:51
JINHA
AMED – Damezrînera Tevgera li dijî Şîddet û Tacîza Zayendî Mariam Kirollos, diyar kir ku heta niha li hemberî jinê şerek hat meşandin, niha di pêvajoya şoreşê de jî li hemberî jinê şer heye û şerê tacîza zayendî ye. Mariam, bang li jinan kir divê jin rêxistinbûna xwe xurt bikin û têbikoşin.
Damezrînera Tevgera li dijî Şîddet û Tacîza Zayendî Mariam Kirollos tevli Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bû û bal kişand ser rewşa Misirê. Mariam, daxuyand ku di şoreşa Misirê de jin pêşengetiyê kir. Mariam, destnîşan kir ku 3 sal beriya niha li Misirê şoreşek pêk hat lê hêj jî metingeriya li hemberî jinê didome, jin jî ligel vê li Qada Tahrîrê daxwazên xwe yên azadiyê tînin ziman.
‘Divê jin ji bo mafê xwe têbikoşe’
Mariam, da zanîn ku şoreş jin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê şoreşerê de tişta herî girîng têkoşîna jinê û tevgera jinê ye. Ez wekî jineke misirî bang li jinên din dikim. Hûn mirov in û divê ji bo mafê xwe têbikoşin. Heta niha li hemberî jinê şerek hat meşandin. Niha di pêvajoya şoreşê de jî li hemberî jinê şer heye û şerê tacîza zayendî ye. Em jinên misirî re rêxistinbûna xwe xurt dikin. Li dijî tacîza zayendî. Şoreş 3 salê xwe tijê kir lê di meha sibatê heta îro em rastî 19 êrîşên zayendî hatin. Din av van êrîşan de 6 jin rakirin nexweşxaneyê. Em dibêjin, em ê li hemberî cîhan, dewlet û rejîman têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Li Tahrîrê êrîşên zayendî’
Mariam, di axaftina xwe de bal kişand ser 23’yê mijdarê sala 2012’an û da zanîn ku Mursî li hemberî makeqanûna nû çalakî dabû destpêkirin. Mariam, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me vê demê dît ku li Tahrîrê li hemberî jinê êrîşên zayendî pêk tê. Em hêj bi rêxistinkiri nebûn. Em wekî kes û parêzvanên mafên mirovan li hev civiyabûn. Me li Tahrîrê dît ku êrîşên dijwar li vir pêk tê. Piştî vê em civiyan û me biryara afirandina organîsazyoneke bi vî rengî kir. Di 30’ê cotmehê de li dijî êrîşên zayendî bi navê ‘Operasyon’ rêxistinek ava kir.”
‘Êdî pirsgirêkên xwe tînin ziman”
Mariam, got ku pêşiya şoreşê jî rewşa jinê nebaş bû niha jî ne baş e, lê guhertinek heye û guhertin jî derketina hêza berxwedanê ya jinê ye. Mariam, wiha axivî: “Jin dît ku parçeyeke vî welatî ye û wekî meran mafê wê heye. Ji bilî jinên ku saziyên sivîl û rêxistinan de dixebitin hatin cem hev û ketin nav tevgerê. Her ku çû hejmara jinê zêde bû, dengê xwe bilind kirin û pirsgirêkên xwe êdî bi dengeke bilind tînin ziman.”
Bandora tevgerên jin…
Li gorî Mariamê sînor nîne, netew nîne û Mariam, wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Em hemû yek in, bandora Tevgera Jinên Kurd li ser me girîng e. Her tevgerek bandorek dihêle. Têkoşîna Sakîne û Leyla Xalîd mînak in. Dema ez hatim û bi jinên kurd re têkilî danî ez pir bi heyecan bûm. Ez bi bawerim ku em ê gelek tiştan hîn bibin. Em jin dê her tim guh bidin dengê xwe û têkoşîna xwe bidomînin.”
Mariam Kirollos: Parêzvanê mafê mirova ne. Li Zanîngeha Amerîkan a Kahîreyê beşa siyaset û civakê dixwinê. Sazkarê tevgera jinên Misirê ye.
(la)

