Dê 1’ê Mijdarê Amed ber bi Meydana Şêx Seîd ve bimeşe
12:37
JINHA
AMED - Piştî 1'ê Midarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin di çarçoveya bernameyên li tevahiya Cîhanê pêk bên dê li Amedê jî dê li Parqa Koşuyolu ber bi Meydana Şêx Seîd ve meşeke girseyî bê lidarxistin. Di heman demê de li hemû navçeyan jî dê meş bên li dar xistin.
Piştî rewşenbirên weke Noam Chomsky û Adolfo Perez Esquivel banga xwedîderketina Kobanê kirin dê sibê li tevahiya cihanê di çarçoveya "Roja Piştgiriya bi Kobanê ya Navneteweyî" de çalakî bên li dar xistin û ji wan navenda yek jî Amed e. Li bajar sibê seat di 12.00'an de bi hezaran welatî dê li Parqa Koşuyolu bên cem hev û heya Meydana Şêx Seîd bimeşin. Li hemû navçeyên Amedê jî di heman demê de dê meş bên li dar xistin.
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin. Amadekariyên meşê hemû bi dawî bûn û di çarçoveya amadekariyan de DBP'î dê seat di 14.00'an de li ber AZCPlazayê bên cem hev û belavokan belav bikin.
(zt)
