Yekîtiya Star: 1'ê Mijdarê Roja Xwedîderketina Kobanê ye
15:21
JINHA
QAMIŞLO - Roja 1'ê Mijdarê weke roja Kobanê ya Cîhanê hatiye îlankirin. Bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê dê li her çar aliyê cîhanê meş, çalakî û mîtîng bên li darxistin. Ji bo beşdarbûna van çalakiyan kordînasyona Yekîtiya Star daxwiyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xwedîderketina li 1'ê Mijdarê xwedîderketina li Kobanê ye.”
Jiber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku li dijî gelên herêmê û bi taybet li dijî herêma Kobanê bi awayeke dijwar zêde bû, gelek rêxistinên navnetewî ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê 1'ê mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin. Ji bo vê yekê wê sibe li her çar aliyên cîhanê çalakiyên cuda cuda bên li dar xistin. Ji bo giringiya vê rojê kordînasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyek nivîski bang li her kesê kir ku tevlîbûna xwe ji vê rojê re çêkin. Di daxuyaniyê de wiha hat got: "Xwedîderketina li 1'ê Mijdarê xwedîderketina li Kobanê ye. Ji bo me hemû jinan firsetek ku em bizîvirin zemînek rêxistinî, parastinî û tekoşîna ku em hevbeş bidin meşandin e."
'Bi pêşengita YPG'ê û YPJ'ê berxwedanek dîrokî û netewî tê kirin'
Yekîtiya Star destnîşan kir ku ev mehek û nîve berxwedana rûmetê li Kobanê tê meşandin û weha berdewam kir: "Di pêşengitiya YPG'ê û YPJ'ê de, berxwedana ku derket holê berxwedaniyeke dîrokî û netewî ye. Di vê berxwedana rûmetê de li seranserî Rojava û taybet li Kobanê tê meşandin rastiyek ber bi çav ji cîhanê re da diyer kirin. Pêvajoya ku li Kobanê destpêkir hem di nava gelê kurd de û hem jî di berxwedana jina kurd de, hem jî di raya giştî de, wateyeke xwe ya dîrokî nîşan da. Di kesayeta gelê kurd û bi taybet gelê Rojava de ew dixwazin îrada gelê kurd û tekoşîna wê di hêviya azadiyê de bişkînin. Di şexsê hevala Arîn Mîrkan, Destîna Qendîl, Jiyan Rojhilat, Rojda û Gulan de, em hemû şehîdên ku di berxwdana rûmetê ya Kobanê de bi xwîna xwe dîrok nivîsandin, ev êrîş têkbirin bibîrtînin. Em bawerin dê bi pêşengiya wan gelê kurd li hemberî hemû êrîşan serbikevin."
"Di Kobanê de Yekîtiya kurdan û Yekîtiya jinan çêbû"
Yekîtiya Star anî ziman ku Îro di Kobanê de, li hemberî teknîka herî xurt şerê îradê tê meşandin û wiha got: "Bi hêza insan û baweriyê heval berxwedanê dikin. Di raya giştî de, Kobanê destana egîdiyê û dîrokê ji nû ve dinivîsînin her kes li bendî bû ku Kobanê di nava du demjimêran de têk biçe, yan jî heftiyekê li ber xwe bide. Lê derket holê ku di meh û nîvekê de tekoşîneke bê hempa tê meşandin. Helwesta Turkiyê helwesteke dijminatiyê ye, li bendê ye ku Kobanê têk biçe û ala herêmekî ewlehî ava bike, ji bo wê jî Turkiyê heta niha helwesta xwe li hemberî berxwedana rûmetê ya Kobanê zelal nekir. Her tim di pêvajoyê de hişt û dirêj kir, li bendê bû ku Kobanê têk biçe. Lê Kobanê isbat kir ku tu caran têk naçe, gelê me heta astekê hat parastin, berxwedaniyeke mezin derket holê."
'Banga me ji hemû kesên azadîxwaz ku xwedî li Kobanê derkevin'
Yekîtiya Star diyar kir ku di encama berxwedaniya Kobanê de, rewşenbîr û nivîskarên navnetewî biryar girtin ku Roja 1'ê Mijdarê Roja Berxwedana Kobanê îlan bikin û weha doman: "Li seranserî cîhanê, welat û dervî welat wê meş û çalakî lidarbikevin. Ji bo ku em jî bikaribin xwedî li berxwedana Kobanê derkevin, em vê helwestê pîroz dibînin. Weke alîkarî û destekê moral ji bo Kobanê dibînin, şiyarbûnekî navnetewî bê guman encamê keda şehîdan bû. Dê li seranserî Rojavayê Kurdistanê jî çalakî bên lidarxistin, hemû rêxistinên ku girêdayî Yekîtiya Star in, dibin banê Yekîtiya Star de wê xwe birêxistin bikin û beşdarî çalakiyên sibê bibin. Pêwîst e hemû sazî bi wêneyên şehîdên Kobanê tevlî meşê bibin. Ev polîtîkiya ser jinan bi taybet tê meşandin nêzîkatiyeke modernîteya kapîtalîzm e. Ji ber ku ermanca komên çete ji van êrîşan ne tenê ji bo bin pê kirina îrada gelan e û Kobanê bixin dest, di heman demê de dixwazin çandek cahiliyetê ser jinan ferzbikin. Şengal û Mûsil ji bo vê jî mînak bûn, gelek bajarên ku derbasî wan bûne ev çand pêkanîn, lê ev siyaset bi ser neket.
Yekîtiya Star destnîşan kir ku Ji bo van êrîşên çetan bisekinîn, alîkariyekî mezin pêwîst e, û weha domand :"Bi taybetî hêzên Başûr, hêzên navnetewî û herêmî pêwîst e alîkariyê bikin. 1’ê Mijdarê jî wesîle ye ji bo alîkariyê, pêwîst e ku erkekî mirovahî bibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 1'ê Mijdarê de tevlî xwedî derketina li Kobanê bibin.”
(za/zt)

