Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn: Bi rêxistinbûna jinê dê azadî pêk bê
14:16
JINHA
AMED – 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn îro jî bi ser navê ‘Li Rojhilata Navîn Tevgera Jinan û Di guhertinên pêvajoyan de rola jinê’ nîqaş tên kirin û jinan tecrûbeyên xwe parvedikin û ji bo pêşerojeke nû rê û rêbazan digerin.
Di roja duyem a Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de jin li ser tecrûbeyên xwe rawestiyan. Îro konferans bi moderatoruya berdevka Meclisa Jinan a BDP’ê û aktivîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) Pelîn Yİlmaz û berdevka Meclisa Jinan a Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) û aktivîsta DOKH’ê Songul Morsumbul ve birêvebirin. Jin bi ser navê ‘Li Rojhilata Navîn Tevgera Jinan û Di guhertinên pêvajoyan de rola jinê’ nîqaşên xwe didomînin.
‘Bi paradigmaya nû civakeke nû’
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Nazli Keçela ku ji hêla rejîma Baasê ve hatî girtin û diyar kir ku 4 sal in Nazli girtiye. Asya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî Sûriyê û Rojavaya Kurdistanê parçeyeke Rojhilata Navîn e. Niha ji bo mafên civakê û li dijî zîhniyeta serdest gel di nav şoreşê de ne. Li Sûriyeyê tenê partiyek serdest e û li ser gel zilmê dike. Em wekî kurd şoreşa gelan pêk tînin. Em wekî partiya PYD’ê dixwazin li Sûriyê demokrasiye pêş bixin. Em li dijî mirin û xirakirinê ne, em dixwazin bi paradigmaya nû civakeke nû avabikin. Niha li Suriyeyê gel 3 sal in ji bo Kurdistana Rojhilat di nav têkoşînê de nin.”
‘Şoreşa rizgariyê û şoreşa jinê’
Asya, bal kişand ser rewşa jinê û wiha got: “Ji ber şerê li Sûriyeyê gelek jin mexdûr bûn. Em li Sûriyeyê li hemberî serdestiya ku dixwaze jinê tüne bike têdikoşin. Cihê ku jin nebe û vîna jinê nebe li vir demokrasî pêş nakeve. Şoreşa li Sûriyê bi saya keda jinê pêk hat. Jin pêşengetiya rêxistinbûnê kir. Jin niha ji bo makeqanûneke demokratîk ketiye nav hewldanan. Heke em têkoşîn nedin em ê wekî Misir û Tûnisê bi zext û zordariyan re rû bi rû bîmînin. Jinên Sûriyeyê du şoreş pêk anîn, şoreşa rizgariyê û şoreşa jinê. Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ji bo me gelek girîng e û gotinên jinê hene û her wiha hêza jinê ya guhertinê heye.”
‘Bandora islama radîkal û jin’
Ahlem Belhadi, da zanîn ku li Tûnisê jin ji bo makeqanûna nû di nav têkoşînê de nin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li hemberî şerîatê di nav şer de nin. İslama radîkal li hemberî muxalîfan bi bertek e. Di sala 1956’an heta îro pirzewacî bi qanûnan hatiye parastin. Bi vê qanûnê mêr serdest tê nîşandan. Mêr mezinê malê, reîsa malê û pêşengetiya malê dike. Lê êdî jin vê rol û mîsyona mêr qebûl nakin. Pêşiya şoreşa Tunisê jî li hemberî jinê tacîz, tecawiz û şîdet hebû, niha jî heman tişt hene.”
‘Jin sendîkayên xwe ava dikin’
Delegeya Başûr Ahla Kamal Alî, got ku şoreşa jinê li Şikagoyê di fabrîkeyan de dest pê kir. Ahla, wiha got: “Jin li herêma Kurdistanê di her qadê de cih digire. Lê bi pirsgirêkan re jî rû bi rû dimîne. Li dijî vê rewşê jinan sendîkayek ava kir. Bi qanûnên nû hin pirsgirêk hatin kêmkirin. Lê xalên ku di pêyama Navneteweyî de derbas dibin nayên pratîzekirin. Çend jin bixebitin jî bi tacîzê re rû bi rû dimînin. Li dijî vê yekî ji bo jinên karker Federosyona Karkerên Jin hat avakirin.”
‘Bihar bi azadiya herêmê pêk tê’
Amal Wahdan bi bîranîna şehîdên Fîlîstînî dest bi axaftina xwe kir. Amal, di konferansê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li dijî teröre Amerîka şerek da destpêkirin, lê tehrîbata vî şerî li ser jin û zarokan bi bandorbû. Bihara Ereban projeyeke Amerîkayê ye. Bi bikarnanîna misilmanan welat ji hêla hêzên Siyonîstan ve hat parçekirin. Lê ev tişt dê ji hêla gelan ve bê pûçkirin. Li Fîlîstînê axa me tê dagirkirin. Daxwaza Siyonîstan pêk tê. Leşkerên Îsraîlî bi bajaran bi gorî xwe tevdigerin. Li gorî min tu wateya peyanên navneteweyî nîne ji ber ku niha jî zarok tên kuştin. Fermandarên Amerîkayê Misir, Tirkiye, Fîlîstîn û Iraqê ji bo şer amade dike.”
‘Bi berxwedana Sakînê…’
Amneh Alfalaha urdunî, diyar kir ku bi berxwedana Sakînê îro li vir kom bûne. Amneh, destnîşan kir ku rola jinê ya li Urdûnê 400 sal beriya niha ji hêla Osmaniyan ve hatiye xezkirin û wiha axivî: “Bi hevalên Huda Şaravî têkoşîna jinê dest pê kir. Jin Yekitiya Ereban ava kir. Piştî ku Urdun ji Osmaniyan veqetiya mafê jinê hat dayîn. Niha jin li Urdunê dibe parlamenter û bi têkoşînên mezin daxwazên xwe tînin ziman û daxwazên xwe pratîze dikin.”
‘6 jin ji bo makeqanûna nû dixebitin’
Selva Divani, got ku li Lîbyayê çend jin di qada sivîl de serkeftî be jî terê nake. Selva, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeddafî li dijî tecawizê perê dida leşkerên ku li Afrîka û welatên cuda dihatin. Jinên ku rastî tecawizê dihatin nedihatin rehabiletekirin. Ev tişt bû sedema zêdebûna tecawizê. Di dema rêveberiya demborî de temsîliyeta jinê nîn bû. Niha 6 jin ji bo makeqanûneke nû di nav xebatan de nin.”
‘Jin û zarok mexdûr dibin’
Evelyne Accad ji di axaftina xwe de bal kişand ser şerê navxweyî ya Lûbnanê û wiqa pê de çû: “Ji ber şerê navxweyî jin gelek pirsgirêkan dijîn. Di şeran de jin bi tacîz, tecawiz û şîdetê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî ji rewşa zarokan jî girîng e, ji ber ku zarok bêtir mexdûr dibin.”
‘Azadî û wekheviyê dixwazin û tên kuştin’
Ji Bahreynê Fatîma Abdulla Îdreees, di 14’ê sibatê li kolanan li dijî makeqanûna ku ji hêla monarşiyê hatî amedekirin di nav têkoşînê de bû. Fatîma, got ku jinên bahreynî li medyayê daxwaz û pirsgirêkên xwe bêtirs anîn ziman. Fatîma, daxuyand ku mêr ji têkoşîna jinan ditirse, lê hêj jî jin ji ber têkoşînê tên qetilkirin.
(la)

