Çalakiya Parka Geziyê her ku diçe fireh dibe

14:38

JINHA


STENBOL - Çalakiyên li dijî hilweşandina Parq Gezî li gel mudaxelaya polîsan didome, her wiha li Enqereyê jî gelek kes ji bo piştgirî bidin çalakgerên Parka Gezî ya Stenbolê çalakî li dar xistin, lê çalakger rastî mudaxeleya polîsan hat.


Çalakiyên li dijî hilweşandina Parq Gezî yên duh heya êvarî ligel mudaxeleya polîsan berdewam kir û şevê din heya serê sibê domkiribû. Serê sibê welatiyên şevê li koçeyên Kolana Îstîklalê şeva xwe derbas kirin hatin cem hev û xwestin derkevin Taksîmê. Lê polîsan dîsa bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li welatiyan kir. Li Kolana Îstîklalê û koçeyan pevçûn berdewam dikin. Di çalakiya ku duh pêk hatî de parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi bombeya gazê birîndar bû, pevçûn û bûyer her ku çû fireh bû.


Her wiha li Enqereyê gelek kes ji bo piştgiriyê bidin çalakgerên Parka Gezî ya Stenbolê, li Guven Parkê hatin ba hev. Piştî demekê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxale li çalakgeran kirin. Di encama mudaxaleyê de gelek kes bîrindar bûn. Di navbera polîs û çalakgerên ku dixwazin têkevin Qada Kizilayê de pevçûn didomin.


Çapemeniya cîhanê mudaxaleya polîsan ya li hemberî çalakgerên ku ev du roje ji bo Parka Gezî xera nebe li berxwe didin ji nêz ve dişopîne. Çapemeniya cîhanê di nûçeyên xwe de ragihand ku çalakiya ji bo parastina derdorê dest pê kiribû, niha vegeriyaye çalakiyekî mezin a li dijî hikûmetê.


 


(la)