Ji zilma Sadam heya DAIŞ’ê Êzidîbûyîn
10:16
Şêrîn Hiso – Zehra Dogan /JINHA
AMED- Ciwanê Êzîdî yê bi navê Fewzî Hecî Deham diyar kir ku ji ber nasnama xwe ya olî her dem ew rastî zoriyan hatine, ji zarokatiya xwe heya niha li koçberiyê dijî got: “Ji ber nasnameya Êzidîbûnê mamê min hat darvekirin. Bavê min ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Baasê ve cezayê darvekirinê girt. Ji bo bavê min neyê darvekirin em koçberî Rojavabûn. Hemû jiyana me di koçberiyê de derbasbû. Piştî salan bi hesret ez vegeriya Şengalê vê carê jî em rastî qirkirina DAIŞ’ê hatin.”
Di 3’ê yê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê kirin. Di Şengalê de ser Êzidiyan fermana 74’an kirin. Bi hezaran Şengaliyên ji ber qirkirinê cih û warê xwe terikandin li gelek cihan belavbûn. Di rêwitiya mirinê ya Êzidiyan de gelek jin, zarok, pîr û kal ji tîna jiyana xwe ji dest dan. Êzidiyên ji mirinê filitîn li gelek cihên wekek Rojava, Silopî, Midyad û Amedê bicîhbûn. Ji nava 200 hezar malbatên ku koçber bûn 4 hezar û 600 kes li konbajarê Fîdanlkê a bajarê Amedê bi cîbûne. Konbajarê Fîdcalikê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve tê rêvebirin. Di her konekê de çîrokên cuda cuda yên qirkirnên hene. Yek ji wan jî Fewzî Hecî Deham yê ji biçukahiya xwe heya niha tevayî jiyana wî din ava qetilkirin û koçberiyan re derbasbûye…
‘Ji ber mamê min Êzidî bû Sadam ew darvekir’
Fewzî destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe de ew koçbere û wiha axivî: “Ji ber nasnameya Êzidîbûnê mamê min ji aliyê Sadam ve hat darvekirin. Bavê min ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Baasê ve cezayê darvekirinê girt. Ji bo bavê min neyê darvekirin em koçberî Rojavabûn. Tevayî jiyana me li koçberiyê derbasbû. Bi hesreta salan em vegeriyan Şengalê lê vêcarê jî rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin. Ji zarokatiya xwe ve ez dixebitîm, bi keda destê xwe min ji bo xwe malek avakiribû. Lê mala min jî di encama êrîşên DAIŞ’ê de hat hilweşandin.”
‘Me kes ji bilî HPG’ê li dora xwe ne dît’
Fewzî Hecî Deham di derbarê jiyana xwe de wiha dibêje: “Me gelek zehmetî kişan. Me bi hezaran laşên mirova yên DAIŞ’ê qetilkirîn dîtin. Em ser wan laşan re derbas bûn. Gelek zarokên nû dayîk dibûn ji ber germê mirin. Bi sedan zarokên êzîdî bê kes man. Li çiyayê Şengalê zarok ji tîna difetisîn. Di vê rewşa xerab de me ji derveyî HPG’ê li dora xwe nedîtin. Wan em parastin û ji mirinê xelaskirin. Hêviya me ewe ku rêberê gelê kurd di demek nêz de azad bibe. Heger hevalan alîkariya me nekiriba dê gelek malbat ji kok de tune bibana.”
‘Em ne kevirekî biçûkin, em wekî çiyayên xwe hişkin’
Fewzî bi lêv kir ku dîmenên tundiyê yên qirkirina wan li Şengalê dîtin bûn sedema ku êdî nema karibin li Şengalê bijîn û wiha dewam kir: “Dîmenên ku me dîtin û bûyerên me li Şengalê jiyan kirin xwesteka vegerê ji dilê me derxist. Ez nema dixwazim vegerim Şengalê. Dîsa jî em Şengalê di destê çeteyan de nahêlin û emê şengala xwe rizgar bikin. Bila hemû cîhan zanibe ku em ne kevirekî biçûkin, em weke çiyayên xwe hişkin. Erebên di nava me de jiyan dikirin bi me re bûn dijmin. Em hatin firotin û xayîntî bi me re kirin. Gelek erebên di nava me de jiyan dikirin ew jî telî nava DAIŞ’ê bûn û êrîşî me kirin. berî çetetên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê bikin me û ereban bi hev re jiyan dikir. Me û ereban bi hev re karê bazirganî û çandiniyê dikir. Em êdî nema karin bi wan re karekî wisa bikin. Baweriya me nema bi ereban tê.”
(şh-zd/zt)

