‘Me hovîtiyek wiha tu caran nedîtibû'

10:37

JINHA


RIHA - Jina binavê Şemsê Boza ya ku zarokekî wê di nava YPG'ê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike û hevserê wê jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revandin axivî û wiha got: "Li aliyekî ez bi zarokên xwe re riya hevserê xwe dişopînim. Li aliyê din jî ez kurê xwe yê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de cih digire difirkirim. Çeteyên DAIŞ'ê jiyana me tevlî hev kir. Em hovîtiyekî wisa tu caran nedîtîbû."

Çîroka welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mayîn cih û warên xwe terk kirin ên cuda cuda hene. Welatiyên Kobanê yên koçber bûn piraniya wan xizmên xwe winda kirin û hinek jî di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl tên girtin û tu agahiyan ji wan nagirin. Jina bi navê Şemsê Boza jî ji wan welaityên Kobanê yêk e. Kureke Şemsê di nava refên YPG'ê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike û hevserê wê Mihemmed Xelîl Xamo jî 7 meh berê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dema li Lubnanê dixebitî û vedigeriya li bajarê Cisir ê Suriyeyê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revandin.

‘Ji vucuda wî goşt jê kirin'

Şemsê li Pirsûs bi 5 zarokên xwe re li Konbajarê Rojava dimîne û wiha got: "Dema hevserê min li Lubanê vedigeriya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate girtin. Bi hevserê min re 14 kes ji Cîsîrê revandin. Sedem jî YPG'î ne. Hevalên wî yên din serbest berdan lê ew ajokariyê dike. Ew bernedan. Kesên ji destê çeteyên DAIŞ'ê xilas bûn ji ber îşkenceyên dîtin hatin dermankirin lê hevserê min hêj di destê wan de ye. Dibêjin ji vucuda wî goşt jêkirin."

‘Çeteyên DAIŞ'ê jiyana me tevlî hev kir'

Şemsê, anî ziman ku tu agahiyên hevserê wê dijî an na tunene û wiha axivî: "Niha ez bi 5 zarokên xwe re li Konbajarê Rojava dijîm. Kurek min jî niha li nava YPG'ê de li Kobanê şer dike. Li aliyekî ez bi zarokên xwe yên din re riya hevserê xwe dinêrim û li aliyê din jî ez kurê xwe yê li Kobanê şer dike difikirim. Van çeteyên DAIŞ'ê jiyana me tevlî hev kir. Em hovîtiyekî wisa tu caran nedîtibû. Êdî dilê me vê êşê ranagire. Malên me şewitandin û hevser û zarokên me qetil kirin. Ya bi serê me hatî serê tu zîndewaran nehatiye."

(zt)