Li Pîrsûsê ji bo Kobanê dikan nehatin vekirin

11:28

JINHA


RIHA - Bi mebesta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê a Kobanê, li Pîrsûsê esnafan ji bo piştgirî bidin berxwederên Kobanê dikanên xwe venekirin.


Çalakiyên pêştgîriyê bo berxwedanê Kobanê ku ji 15'ê Îlonê heya niha bê navber li hember çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Li sînorê Pîrsûsê bi rojane nobeta berxwedanê lê tê girtin. Îro jî esnafan bi mebesta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê a Kobanê dikanên xwe venekirin. Li navçê dervî firin û dermanfiroşan hemû dikan hatin girtin. Hat zanîn ku îro li ser sînor wê bernameyên cûda bên li darxistin.


(rt/zt)