Kilîba Hunermend Kejê ya nû ser qirkirina Şengalê ye

11:39

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Kejê Hawta Es`ed di derbarê qirkirina Şengalê de kilîbek nû derxistiye. Hunermend Kejê di derbarê derxistina kilîba xwe de wiha dibêje:“Ez bi qirkirina Şengalê gelek bandorbûm. Bi tayîbetî jî di dema revandina bi hezaran jin û keçên Şengalî de. Min xwest bi kilîba xwe qêrîna keçên kurdên Êzidî bidin bihîstin. Heta di kilîbê de min kincên tayîbet yên Êzidiyan hilbijar û li xwe kir.”

Kilîba Hunermend Kejê Hawta Es’ed ya nu ser qirkirina Şengalêye. Kejê di derbarê derxistina kilîba xwe de diyar kir ku wê xwestiye kilîbekê ser qirkirina Şengalê çêke û wiha got: “Helbesta wê sitiranê ji aliyê helbestvan Haşim Rêkanî ve hatiye amadekirin. Awaza wê jî ya Mehemed Şêxoye. Wekedinê amadekariyên din ji aliyê bavê min Hata Es’ed ve hatiye amadekirin.”


‘Min xwest bi kincên Êzidiyan êşên wan bînim ziman’


 Hunermend Kejê anî ziman ku wê xwestiye qêrînên keçên Şengalê yên di kêliyên qirkirinê de bide jîndar kirin û wiha domand: “Ez bi qirkirina Şengalê gelek bandorbûm. Bi tayîbetî jî di dema revandina bi hezaran jin û keçên Şengalî de. Min xwest bi kilîba xwe qêrîna keçên kurdên Êzidî bidin bihîstin. Heta di kilîbê de min kincên tayîbet yên Êzidiyan hilbijar û li xwe kir. Min xwest bi kincên wan yên gelerî êşên wan bînim ziman. Ji bo ez bikarim qêrîna wan bidim bihîstin û çanda wan bidim jiyan kirin min kilîbek wiha çêkir.”


(zt)