Li Girtîgeha Urmiyê 200 girtiyên dibin sêdarê de dijîn hene
12:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gurtîgeha Urmiyê zêdeyî 200 girtî ku di nava wan de girtiyên siyasi yên kurd jî hene bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, her roj û kêliyê li benda sêdarê dijîn.
Li Girtîgeha Nevendi ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê li zêdeyî 200 girtiyan k udi nava wan de girtiyên siyasi yên kurd jî hene hatiye birîn. Li Girtîgeha Urmiyê zêdeyî 200 girtiyan li benda sêdarê dijîn. Din ava deruniyek her sibe dibe ku bên wan bibin ber sêdarê çavên xwe li jiyanê vedikin. Di hefteya derbasbûyî de jî li Girtîgeha Urmiyê 13 girtî hatin darvekirin. Li gorî agahiyên hatin girtin li Girtîgeha Urmiyê herî kêm 10 girtiyên siyasiyên Kurd cezayê darvekirinê li wan hatine birîn hehe. Hinek girtiyên siyasiyên Kurd ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn evin; İdrîs Mewane, Îbrahîm Îsapûr, Behrûz Alxan, Seyîd Cemal Mihemedî, Hebîb Efşarî, Elî Efşarî, Samî Husênî, Sîrwan Nijawî û Elî Ehmed Silêman e.
Li gel hemû şiyariyên raya giştî jî cardin rejîma Îranê helwesta xwe ya darvekirina girtiyan berdewam dike.
(zt)

