Li sînor çalakiyên Roja Kobanê dest pê kir
13:02
JINHA
RIHA - Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de welatiyên li gundê Mehser û Misaynterê nobeta berxwedanê digirin, bi welatiyên ku ji Stenbol, Meletî, Mereş û gelek devarên din ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatine zincîra mirovan ava kirin û berxwedana Kobanê slivkirin.
Di çarçoveya çalakiyên 1'ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cihanê de li xeta sînor welatiyên ku nobeta berxwedanê digirin li gundê Mehser û Miseynterê dest bi çalakiyan kirin. Bi sedan kesên ku ji Stenbol, Mereş, Meletî, semsûr, Îzmîr, Bursa, Çanakkale, Sêwas û Çorumê hatin tevli nobeta berxwedanê bûn.
Bi sedan kesên tevli berxwedanê bûn li gundê Miseynter û Mehserê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê zincira mirovan li dar xistin. Di çalakiya zincirê mirovan li gundê Mehserê welatiyan destên hevdu girtin ûberê xwe dan Kobanê. Ewil ji bo şervanên YPG û YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Kobane" "Bijî YPG/YPJ" "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" berz kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Ciwanên ku şal û şapik li xwe kirine û ala PKK'ê hilgirtibûn jî ji aliyê gel ve bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hatin pêşwazîkirin. Piştî çalakiya du bi çepik û dirûşman berdewam kir girse bi hevre çûn sersaxiya Huseyîn Çelîk ê di qezaya trafîkê de jiyan xwe ji dest da.
Çalakiyên li gundên li ser xeta sînor dê bi meşên li gundên Dewşen û Miseynterê bên lidarxistin bidome.
(zt)

