Jinên FARC'ê jinên Kurd silav kirin
13:12
JINHA
QENDÎL- Gerîllayên jin yên FARC-EP'ê,silavên xwe yên xweşkî, şoreşgerî, piştvanî û enternasyonal ji gerîlanyên PKK, PAJK û YJA Starê re şandin.
Gerîllayên jin ên Artêşa Rizgariya Şoreşger a Kolombiya yê(FARC)EP, gerîllayên jin ên PKK,PAJK û YJA Starê silav kirin. Di peyama ku li ser navê gerîllayên FARC-EP'ê bi destnîşana Vîctorîa Sandîno û Aleksandra Narîno wiha hat gotin:"Ji çiyayên Kolombiya, ji Havanaya Kûbayê,em wek gerîllayên jin ên FARC'ê û hêzên çekdar ên Kolombiya yê,silavên xwe yên xweşkî, piştevanî, şoreşgerî û enternasyonalîst ji tevahiya jinên gerîlla ên PKK,PAJK û YJA Stare dişînin. Em xwişkên xwe jinên şoreşger,şervanên jin ên têdikoşin wan pir mezin hemêz dikin. Em wek kesên ku ji azadiyê bê par hatine hêştin û wek kesên mahkûmê xizaniyê hatine hêştin,ji bo jiyanê,ji bo azadiyê û ji bo hemû jinan silavên xweşkanî rêdikin."
(rt/zt)
