Birayê hevşaredara Surê li Kobanê jiyana xwe ji dest da
15:02
JINHA
RIHA - Birayê Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut Endamê YPG'ê Muhammed Şik (Rênas Karaz) li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de duh jiyana xwe ji dest da.
Birayê Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut Muhammed Şik (Rênas Karaz) ê ku di nava refên YPG'ê de li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir duh di seatên êvarê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Şik duh êvarê agahî girt. Malbata Şik piştî agahiyê hate navçeya Pirsûsê ya Rihayê û ji bo cenaze werbigirin dest bi hewildanan kir. Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut diyar kir ku hêj birayê wê jiyana xwe ji dest nedayî çend seat berê bi riya telefonê re axivî û ji wê re got morala wan gelek bilinde û rewşa wan baş e.
Fatma, anî ziman ku birayê wê di hevdîtinê de ji wê re rewşa Kobanê ya dawî vegoti û wiha axivî: "Min ji bo wî re rewşa dawî nirxand. Min jê re got li xwe baş binêrin û telefon girt. Ev hevdîtin bû hevdîtina dawî." Fatma, da zanîn ku pişt re di seatên êvarê de dayîka wê lêgeriya û hevalên wî agahiya şahadeta wî dan. Fatma, bilêv kir ku birayê wê Muhammed bi guleya ji pişta wî girt jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: "Serê gelê kurd û Kurdistanê sax be. Bila hemû kes baş bizane ku Kobanê nakeve. Em dê ji bo Kobanê heya dawî têkoşînê bikin. Dema me serkeftin bi dest xist ew roj cejna me ye."
(zt)

