Li Kopê îdîaya jinek hate kuştin
15:15
JINHA
MÛŞ - Li gundê Melekent ê navçeya Kopê ya Mûşê jina bi navê Rojda Bilkiç li mala xwezûrê xwe bi giranî birîndar hate dîtin û dema dibirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Hate îdîakirin ku jina bi navê Rojda Bilkiç li gundê Melekent a navçeya Kopê ya Mûşê întîxar kir. Hate hînbûn ku hevserê Rojda li Stenbolê ye û Rojda bi du zarokên xwe li gund di bereqeyê de dijî û dem dem ji ber zehmetiyên dikêşandin li mala xwezûrê xwe dima. Rojda a ku tê gotin întîxar kir serê sibê bi awayekî giranî hate dîtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê û piştî mûdaxeleya yekêmîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hate kirin û di rê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û piştî karên otopsiyê cenazeyê Rojda li gund hate definkirin.
Rojda a ku tê îdîakirin ku li malê întîxar kir heya serê sibê bi awayeke birîndarî ma û tu kesî ferq nekir pirsa întîxar e an cînayet e anî hişên mirovan. Xwezûrê Rojda jî got, "Xwest biçe hevdîtina bavê xwe yê li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Piştî min destûr neda di navbera me de nîqaş derket. Pişt re şevê întîxar kiriye."
(zt)
