Zarokên keç ên Boko Haram ê revandibûn bi zorê didin zewicandin
17:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN -Serokê Rêxistina Boko Haram, Abubakar Shekau diyar kir ku,li Nîjerya berî 6 mehan 219 Keçên ku hatine revandin bi zorê wan didin zewcandin.
Berî 6 mehan li Nîjerya yê Rêxistina Radîqal yên Îslamî Boko Haram êrîşê dibistanê kiribûn û 219 keçên ku temenê wan biçûk revandibûn. Di derbarê bûyerê de Serokê Rêxistina Boko Haramê Abubakar Shekau bi rêya videoyê daxûyaniyek da. Di daxûyaniyê de got: "Piştî wan keçan olê Îslamê pejirandin hemû bi darê zorê hatin zewicandin."
Di berdewamiya daxûyaniyê de wiha hat got: "Hûn dizanin ku 200 jinên Chîbok'ê olê Muslimantiyê pejirandine? 2 sûreyên qûranê ezbere kirine. Me wan dan zewicandin. Niha jî li malê xwene û welatiyek Almanî jî di destê medeye." Derbarê bûyerê de di nûçeyek a rojnameya Evrenselê de, îdîayên ku Abubakar bi hûkmeta Nûjerya yê re hevdîtina agirbestê hatî kirin, derewîn derxist.
(rt/zt)

