‘Tenê ji ber em Êzîdî ne em tên qetilkirin’

08:21

Şêrîn Hiso /JINHA


 AMED – Êzidiyên li konbajarê  Fîdanlikê dijîn demboriya xwe û jiyana xwe ya niha nirxandin. Ji Êzidiyên li konbajar dijîn Hesûle Xidir diyar kir ku ji dîrokên kevnare heya niha ji ber baweriya xwe ew rastî êrîşan hatine û got: “Tenê ji ber em Êzîdî ne em tên qetilkirin. Em ji ber ol û baweriya xwe rastî komkujiyê hatin.  Tiştekî me li Şengalê nema. Tenê daxwaza me ewe ku em li deverek aram bijîn.”


Li konbajarê  Fîdanlikê yê  Girêdayî Şardariya Bajarê Mezin ya Amedê 4 hezar û 600 kurdên Êzîdî lê bi cî bûne. Jina bi navê Rewşê Xelef ya li heman konbajarî dijî bang li saziyên navnetewî û hem mirovahiyê kir ku ji bo rewşa Êzidiyan ya pêwîst bikin û wiha domkir: “Em nema karin vegerin Şengalê ji ber malên me hemû hatine helwşandin. Çeteyên DAIŞ’ê mêrên me kuştin û jinên me revandin. Em bang li civaka nav netewyî dikin ku ser rewşa me rawestin û ji bo me çareyekê bibînin.”


‘Zarokên me û serma zivistanê’


Dayika bi navê Mamiya  bi lêv kir ku ew ditirsin vê carê jî ji serma zivistanê zarokên wan bimirin û wiha got: “Heger bibe zivistan zarokên me dê ji serma zivistanê bimrin. Em bi hêvîne ku hinek alîkariya me bikin û me ji vir derxin. Dema ku baran dibare av dikeve bin konê me zarokên me ji serma nexweşdikevin. Ji dema ku em ji çiyayê Şengalê derketine heya niha tenê hesret bêrîkirin û xemgînî bûye para me. Zarokên me ji nêza û serma dê  bimrin.”


‘Banga civaka navnetewyî’


 Jina bi navê Rewşê Xelef bang li saziyên navnetewî û mirovahiyê kir ku ser rewşa êzîdiyan rawestin û wiha axivî: “Em nema karin vegerin Şengalê ji be ku malên me hemû hatine helwşandin. Çeteyên DAIŞ’ê mêrên me kuştin û jinên me revandin. Em bang li civaka nav netewyî dikin ku ser rewşa me rawestin û ji bo me çareyekê bibînin. Bi hezaran jinên me hîn di nava destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Heger em vegerin Şengalê yên dora me hemû erebin û dê me bikujin. Heger nexweşekî me hebe û em bixwazin herin nexweşxaneyên Dihokê em ê nikaribin, ji ber em zanin ku ereb dê êrîşî me bikin û me bikujin.”


‘Em ji ber ola xwe rastî komkujiyê hatin’


 Hesûle Xidir jî anî ziman ku ew dixwazin li deverek ewle bijîn û wiha got: “Dema ku em li Şengalê bûn em bi halê xwe razî bûn. Tevlî belengaziyê, jiyana me derbas dibû. Dema ku  hêza terorîsta ya DAIŞ ava bû, me hest kir ku xetereyek mezin ser me heye, tenê ji ber em Êzîdî ne em tên qetilkirin. Em ji ber ol û baweriya xwe rastî komkujiyê hatin.  Tiştekî me li Şengalê nema. Em tiştekê naxwazin, ne xwarin û ne av, em dixazin li deverek aram bijîn.”


(Şh/zt)