Nûnera HAK-PAR’ê Herdem Ekîncî: Jinên kurd dikarin pirsgirêkên xwe bi azadiyê çareser bikin

18:34

 


Hazal PEKER - Hangul OZBEY - JINHA


HEWLÊR – Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de Nûnera HAK-PAR’ê û Delegeya Bakûr Herdem Ekîncî destnîşan kir ku jin ji bo azadiya xwe, divê yekîtiya xwe ava bikin.


Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de, di panela bi mijara Pirsgirêkên Jinan de, Nûnera HAK-PAR’ê û Delegeya Bakûr Herdem Ekîncî axivî. Herdem, li ser pirsgirêkên ku jin dijîn rawestiya. Herdem, destnîşan kir ku jinên kurd ji bo bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin, divê azadiya xwe pêk bînin. Herdem da zanîn ku azadî jî, bi yekîtiya jinan dê pêk bê. Herdem, balkişand ser pêkanînên li hemberî jinan, ên wekî bedêl, kuştinên di bin navê namûsê de û tundiya bi her awayî, ku ji bo jinan xeter in. Herdem, wiha got: “Ji bo ku ev hemû pirsgirêk çareser bibin, divê berî her tiştî, jin azadiya xwe pêk bînin.”


(ho/hp)