Jin mîrasên pîrikên xwe diguhêzin atolyeyan

08:25

Beritan Canozer/JINHA


AMED – Li Navenda Jinan ya Meya ya Farqînê jin hem hînî çêkirina berikan dibin û hem jî azadiya aboriya xwe bidest dixin. Li gorî daxwazên jinan yên kar li Farqînê navendên kar yên jinan kêmin.


Hunera raçandinê ya ku ji navenda Asya yê despêkiriya û lig elek welatên Ewrupayê berlavbûye û din ava jiyana aboriyê de cihek giring girtiye. Heger hîna hunera raçandinê berdewam dike bi saya ked û xebatên jinane. Li Navenda Jinan ya Meya ya Farqînê ji bo jinan atolyeya raçandinê hatiye vekirin. Jinên di aliyê aboriyê de pirsgirêkan dijîn di atolyeya raçandinê de hunerê dest yên weke raçandina çande û secadeyan dikin, wan difiroşin û bi wê debara xwe dikin. Hamide Yaşar ya weke perwerdevan di atolyeya raçandinê de dixebite diyar kir ku ew hunera raçandinê ji pîra xwe û dayîka xwe hînbûye.


‘Ez bi raçandina berikan li zarokên xwe dinêrim’


Hamide da zanîn ku ew pîşeyê diya xwe berdewam dike û wiha got: “Ez hîna 13-14 salî bûm diya min cihek yê raçandinê vekir û got: ‘Tu dê pîşeyê diya xwe hînbibê.’ Ji ber min ne dizanî pereyan ji ku û çawan digire min pir guhê xwe nedayê. Dema ku ez zewicîm û bûm dayîk min nû pêdiviya li cihekê kar kirinê û zarokên xwe xwedîkirinê dît. Min pirsgirêkên madî jiyan dikir û ez difikirîm çawan li zarokên xwe binêrim. Her dem pîra min ji bom e digot: ‘Jin bixwaze dikare her karî bike.’ Min jî ev esas girt û bêyî destê xwe li ber kesê vegirim ser lingê xwe sekinîm. Min xwest mîrasa pîra min û diya min ji bom in hêlayî bi jinan re par bikim. Min despêkê tezgah girt û bire mala xwe. 9 salan min bi raçandina berikan li aboriya mala xwe û zarokên xwe nêrî.”


‘Ji ber min nexwest jin zoriyê bikêşin min pejirand’


Hamide piştî 9 salan atolyeya raçandinê vekiriye. Hamide anî ziman ku wê dema atolye vekiriye li gel xwe 3 kes girt, raçandin hînî wan kir û wiha domend: “Piştî min atolye vekir êdî qeyemqam pê hesiya min atolye vekirinye, xwest ez di atolyeya wan de bixebitim. Ji bom in gotin: ‘Emê alîkariyê bidin te û ji bot e atolyeyan vekin.’ Lê min ne pejirand. Sedema ne pejirandina min ji ber me ji pergala heyî gelek kişandiye, naxwazim din ava pergalê de bixebitim. Piştî gotina qeymeqam çend mehan Navenda Jinan ya Meya yê hatin li gel min û xwestin ez li gel wan bi xebitim. Ez dizanim jin di van milan de çiqas zoriyan dikêşin. Ji bo ku jinên dinê wan zoriyan nebînin min li gel navenda jinan kar kirin pejirand.”


‘Yên alîkariyê didin aboriya malê piranî jinin’


Hamide bilêv kir ku ev 4 salin ew di Navenda Jinan ya Meya de dixebite û wiha berdewam kir: “Berê her kes li cihên weke bax û bîstanan dixebitîn, lê pergalê ev kar nehêlane qedandine. Rakirina van karan bandorek nerênî ser jiyana jinan kir.”


Hamide destnîşan kir ku jin bi hunera destê xwe li aboriya mala xwe dinêrin û wiha axiftina xwe dom kir: “Heger alîkarî dabana me herî kêm dê sed jinan di vê atolyeyê de hunerê xwe pêşkêş bikirana. Dahata jin bi hunera xwe digirin ne digihe min û ne jî digihe şaredariyê. Em ji bo ku jin zoriyan nekêşin û bikarin aboriya xwe bi dest bixin dixebitin. Em bazara berikan dikin û wan difiroşin. Gelek ji jinên li vêderê dixebitin hunerên xwe yên dest yên weke çante û secade yên li malê çêdikin tînin vêderê dixwazin em ji bo wan bifiroşin. Em jî hewildidin wan berhemên jinan difiroşin.”


(zt)