Fîlîstîniyên li sînor nobetê digirin: Serkeftina Kobanê serkeftina Rojhilata Navîn e
10:20
JINHA
RIHA - Di nav çalakiya nobeta berxwedanê ya li sînor ji her ol, zian û çandan welatî tevlî bûn û di nav kesên berxwedanê de du ciwanên Filîstînî yên rastî zilma Îsraîlê hatin jî hene. Ciwanên Fîlîstînî diyar kirin ku êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Fîlîstînê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê weke hev in û serkeftina Kobanê di heman demê de serkeftina Fîlîstîn û hemû Rojhilata Navîn e.
Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê bênavber berdewam dike û di heman demê de nobeta berxwedanê ya li sînor jî berdewam dike. Gelek welatiyan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê weke êrîşên li hemberî hemû mirovahiyê û jiyana hevpar in û li hemberî van êrîşan tevlî nobeta li sînor bûn. Di nav kesên li sînor di nav berxwedana sînor de cih digirin du ciwanên Fîlîstînî jî hene. Ciwanên Fîlîstînî yên bi navê Muhanned Safîn û Zekî Ehmed ji bo qedera gelan a hevpar di nava berxwedana hevpar de cih girtin.
‘Qedera gelê Fîlîstînê û Kurd weke hev e'
Muhanned û Zekî ji ajansa me DÎHA'yê re axivîn û balkişandin ser aliyên hevpar ên berxwedana Kobanê û Fîlîstînê. Muhanned bi ala Fîlîstînê û puşiya xwe hate sînorê gundê Mehserê û armanca xwe ya tevlî nobetê bû wiha vegot: “Qedera gelê Fîlîtîn û kurd wek hev e" Safîn diyar kir ku ji ber nikare biçe Fîlîstînê tevlî berxwedana vir bû. Muhanned, anî ziman ku zilma gelê Kurd baş fêm dike û êrîşên tên jiyîn hevpar in û divê li hemberî van helwesteke hevpar bê nîşandan.
‘Serkeftina we serkeftina me, berxwedana we berxwedana me ye'
Muhanned, da zanîn ku weke gelê Fîlîstînê gelê kurd jî li her qada lê dijî rastî zilmê tê û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê berxwedaneke dîrokiye. Muhanned, bilêv kir ku bi serkeftina li Kobanê tê qezenckirin dê kesên zilmê dikin winda bikin û wiha got: "Serkeftina we serkeftina me, berxwedana we berxwedana me ye. Serkeftina Kobanê di heman demê de serkefitina Fîlîstînê ye. Tu cudahiya DAIŞ û Îsraîlê ji hev tuneye. Li hemberî vê yekê jî gelê Fîlîstîn û Kurd jî weke hev e."
Muhanned, destnîşan kir ku ew ji penaber e û bi hezaran welatiyên Kobanê çi dijîn baş dizane û ji ber vê yekê hate Pirsûsê û tevlî xebatan bû.
‘Îsraîl çiye DAIŞ'ê jî ew e'
Muhanned, gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gotin ên "Gazze çibe Şengal jî ew e" bi bîrxistin û anî ziman ku êrîşên li hemberî Kobanê û Gazzeyê ji aliyê heman hêzan ve pêk tên.
‘Kesên ber xwe didin dê bi serkeftinê aştiyê bi xwe re bînin'
Zekî Ehmed jî diyar kir ku bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê tevlî çalakiya nobeta sînor bûn û ligel nobeta berxwedanê li navçeyê ji bo piştgiriyê bidin Kobaniyan hatin. Zekî, anî ziman ku li cîhanê hêj desthilatdar gelan ji bo berjevendiyên xwe qatil dikin. Zekî, da zanîn ku hemû kesên dibêjin "ez mirov im" divê li cem berxwedana Kobanê cihê xwe bigrie.
(zt)

