Agahiyan ji Ronahiyê bigire!

11:24

 


JINHA


RIHA – Li konbajarê ku welatiyên Kobanê dimînin piştî ku ceryan hat, wan jî televîzyonên biçûk kirîn û ji Ronahî TV'ê pêşkatinên li Kobanê dişopînin. Welatiya bi navê Sêvê Abdu jî bilê kir ku wan qet xeyal nedikir rojeke li konan televîzyonê temaşe bikin lê niha televîzpon kirîne û wiha axivî: "Li Rojava Ronahê li malên hemûyan vekiriye. Ronahî têkoşîna ku ev gel ji bo azadiyê dide hemûyan vedibêje. Heke Ronahî TV nebe em van kanalên din naşopînin."


Bi hezaran welatiyên ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terikandin û hatin Pirsûsê li konbajaran têkoşîna jiyanê didin. Ji bo şerê li axa wan tê jiyîn bikaribin bişopînin bi pereyên xwe yên debara malbatên xwe dikin televîzyonên biç ûk dikirin û pêşkatinan dişonînin. Rojên xwe bi temaşekirina Ronahî TV'ê derbas dikin. Welatiyê bi navê Xalîd Mihammed ê beriya 20 rojanji Kobanê bi malbata xwe ve hatiye Pirsûsê û li Konbajarê Rojava dijî bi pereyê xwe yê dawî televîzyonek kirî bi şev û roj Ronahî TV'ê temaşe dike. 

'Ronahî TV dengê Kobanê ye'

Xalîd Mihemmed destnîşan kir ku bi saya Ronahî TV'ê şerê ku diqewima dikarin bişopînin û ew tişt anî ziman: "Em ewil li Kobanê di nave şer de bûn lê ev 20 roj in piştî em hatin Pirsûsê û li konbajar bi cih bûn me agahî nedgirit. Ji ber ku me nedikarî agahiyan bigirin stresa me zêde dibû. Min jî bi pereyê xwe yê dawî televîzyonek kirî." Mihemmed ê ku da zanîn bi şev û roj Ronahî TV'ê temaşa dike wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ronahî TV, dengê Kobanê ye. Heke televîzyona me neba me yê çawa bikariba ji Kobanê agahî bigirin."

Sêvê Abdu jî bilê kir ku wan qet xeyal nedikir rojeke li konan televîzyonê temaşe bikin lê niha televîzpon kirîne û wiha axivî: "Li Rojava Ronahê li malên hemû kesan vekiriyê. Heta niha kanalên ereban hebûn. Lê kanalên ereban der barê hebûna kurdan de jî tiştekî nabêje. Ronahî têkoşîna ku ev gel ji bo azadiyê dide hemûyan vedibêje. Heke Ronahî TV nebe em van kanalên din naşopînin."

(zt)