‘Heta em newekheviyê nîqaş nekin, em nikarin wekheviyê nîqaş bikin’

14:39

JINHA


AMED - Akedemîsyen Sunera Thobanî nêzîkatiya femînîstên rojavayî nirxand û da zanîn ku femînîstên rojavayî zewaca bi darê zorê û ji bo jinên ciwan perwerdeyê bibînin xem kirin, lê bi destê Amerîkayê kuştina jinên ciwan xem nekirin û bi vî şeklê piştgiriyê dan projeya emperyalîzmê. 


1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn di roja sêyemîn de pirsgirêkên jinan di çarçoveyeke cuda de girtin dest. Tevgerên Jinan ên di erdgîgariya Rojhilata Navîn de têkoşînê didin pirsgirêkên jinan cûda digirin dest. Aktîfîstên tevgera jinan ku ji welatê cuda tevli bûne ‘Di Rojhilata Navîn de rewşa jinê û nêrînên ji derve’  dinirxînin. Akedemîsyen Sunera Thobanî ku li Zanîngeha British Colombia Kanadayê tevli konferansê bû pirsgirêkê jinan di çaroveyek çuda de gir dest. Minoo Mollen ku di Zanîngeha Calîfornîa de xebatên Zayendiya  Civakê û di beşa xebatên jinan de akademîsyene, tevgerê jinan ên li Îranê nirxand.


‘Divê jin newekheviyê nîqaş bikin’


 Akedemîsyen Sunera Thobanî ku li Zanîngeha British Colombia Kanadayê tevli konferansê bû, da zanîn ku jin li ser têkoşîna navneteweyî na, li ser têkoşîna jinên ku polîtîk bûne û tarzê têkoşînê nîqaş bên kirin û wiha got: “Divê jin werin gel hev û ji bo têkoşînê bidin, di heman demê de newekheviya îkdidariya jinê jî nîqaş bikin. Heta em newekheviyê nîqaş nekin, em nikarin wekheviyê nîqaş bikin.


Li hemberî pirsgirêka jinan kalibên îslamîfobîk


Thobanî da zanîn ku ew têkoşîna jinan a hevpar girîng dibîne û wiha berdewam kir: “Pirsgirêkên jinan ên di Rojhilata Navîn de li rojavayî cuda tê nîqaşkirin. Li rojavayî ji Rojhilata Navîn re dibêjin ‘îslamîfobîk’ ên rojavayî jinên Rojhilata Navîn ji zilama cuda dikin û  vegotinek ku jinên Rojhilata Navîn ji vegotinên zilamên îslamî ên Rojhilata Navîn rizgar dikin bi kar tînin. Metîngeriyê nadin xuyakirin û pirsgirêka cidî wekî ku îslamiye didin xuyakirin. Emperyalîzim stratejiya perçe bike û bi rêva bibe pêş dixe. Emperyalîzim nadin xuyakirin, lê serdestiya zilamên Rojhilata Navîn jî tê destnîşankirin.”


‘Li rojavayî femînîzim, piştgiriyê da şer’


Thobanî diyar kir ku femînîzma Kanadayê, piştgiriyê da şerê Iraqê û Afganîstanê û wiha pêda çû: “Ji ber ku ji bo wan şerê li Iraqê û Afganîstanê pergala zilamê serdest bi dawî bikira. femînîstên rojavayî di binavê ‘Rizgariyê’ piştgiriyê da şer.” Thobanî bi lêv kir ku ew zewaca bi zorê xem kirin zewaca bi darê zorê û ji bo jinên ciwan perwerdeyê bibînin xem kirin, lê bi destê Amerîkayê kuştina jinên ciwan xem nekirin û bi vî şeklê piştgiriyê dan projeya emperyalîzmê.” 


Thobanî anî ziman ku ew girîngiyek mezin didin tevgera jinên kurd û wiha bi dawî kir: “Tevgera Jinên kurd gelek bi rêxistin û pêşverû ye. Li herêmê li gorî tevgerê jinên din zêdetir bi pêş ketiye. Ez tevgera jinên kurd ji bo tevgerên jinên din re wekî modelek dibînim.”


‘Jin ji bo ku xwe bi rêva bibin xwediyê hêzek mezin in’


 Minoo Mollen ku di Zanîngeha Calîfornîa de xebatên Zayendiya  Civakê û di beşa xebatên jinan de akademîsyene, tevgerê jinan ên li Îranê nirxand û da zanîn ku li Îranê têkoşîna jinan heye.  Mollen aşkera kir ku ew li ser nîjatperestiya îslama Îranê pirtûka binavê ‘Di navbera zilamên şerxwaz û jinên şermok de mayin’ derxistiye.  Mollen anî ziman ku li gorî demên borî jinên îranî kevnoşopiyên xwe ji nû ve nivisandine û wiha berdewam kir: “Li Îranê jin da aliyê hunerê û perwerdeyê de jî xwedî cihek girîng in. Jin li Îranê dikarin bikevin hilbijartina Serokatiyê, lê di pêvajoya dawî de ev tê astengkirin.”


Mollen da zanîn ku ew ê hemû jin bi serê girtî di qada siyasetê de xwediyê gotin û herî dawî wiha got: “Ez gelek di bin bandora tevgerên jinên Rojhilata Navîn de mam.  Rêxistinek jinan ku li hemberî sekulerê bin hene. Ev jî gelek girîng e. Dê gelek bi wate be û gelek encamên baş jî bidest bixe.”


 


(go/la)