Zarokên çanda dengbêjiyê digihînin nifşê nû

11:06

Berivan Sumer / JINHA


WAN – Çanda kurdan ya dengbêjiyê ku dibin pêşengiya jinan de pêşketiye niha jî zarokên kurdan vediguhêzin pêşerojê. ‘Koroya Zarokên Dengbêj’ ya ku ji aliyê dengbêj Gazîn ve hatiye avakirin, hem ji bo zarokên kurdan çanda xwe ji bîr nekin û hem jî zarokên tevlî koroyê dibin hînî nirxdayîna çanda xwe dibin.


Din ava civaka kurdan de ji ber hebûna sazumaniya fewdaliyê jinên kurd şanazî, xem û êşên xwe bi lorînan derxistine. Çanda dengbêjiyê ji dîrokê heya niha di xwezaya jinan de xwediyê giringiyek mezine. Lê mixabin di roja me de bi qasî tunebûnê kêm bûye. Bi bişaftina ser kurdan û kêmbûna rola zimanê kurdî di nava civakê de bê guman çanda dengbêjiyê jî kêm bûye. Bi vê tunebûnê re li aliyekê jî hewildanên giring û giranbûha tên kirin. Mînaka vê ya herî berçav jî “Koroya Zarokên Dengbêj" ya ku bi pêşengiya Dengbêj Gazîn hatiye amadekirin û çanda kurdiya dengbêjiyê diguhêze nivşê nû.


‘Armanc ji nû ve dengbêjî derxistina holêye’


Dengbêj Gazîn diyar kir ku çanda dengbêjiyê ya ber bitunbûnê ve diçe bi derbaskirina neslê nû carekedin jîndar dibe û got: “Ez zarokên dengbêj ji nûve derdixim nava kevneşopiya dengbêjiyê. Bi saya zarokan dê çanda dengbêjiyê carekedinê derkeve pêş û bê derbaskirina neslê nû. Din ava civaka kurdan de heta berbitunebûnê ve biçe dengbêjiya jinan kêm bûye.”


‘Ji bo jinan dengbêjî qêrîneke’


Gazîn balkişande ser berdewam kirina kevneşopiya çanda dengbêjiyê û wiha got: “Di her selê de tenê tenê dengbêjek jin jî derkeve têra zarok û ciwanên me dike. Dema ku jinek ciwan di dengbêjiyê de tê gihandin ji bom in serkeftinek mezine. Çanda dengêjiyê bi jinan re derketiye. Piranî jinan hestên xwe yên ku nikarîne bînin ziman bi riya sitiranan anîne ziman. Ez jî çanda dengbêjiyê hînî zarokan dikim.”


‘Divê em li çanda dengbêjiyê xwedî derkevin’


Dengbêj Bêrîtan ya 11 salî û di “Koroya Zarokên Dengbêj" de cîh digire jî girêdayî xebatên xwe wiha dibêje: “Ez dixwazim dengbêjên jin yên mezin yên weke Gazîn, Eyşe Şan û Meryem Xan bidim nasîn. Divê ez û zarokên weke min hînî çanda xwe ya dengbêjiyê bibin.” Dîlan Yakut ya ku dengbêjî hilbijartiye jî dibêje: “Ji ber dengbêjî lorînenek ji ber wê min hilbijartiye. Ez dixwazim bibim dengbêjek mezin û çanda me ya dengbêjiyê derbazî nifşê nû bikim. Ez dixwazim çanda dengbêjiyê ya jinên kurdên navdar yên weke Meryem Xan û Gazîn bigihînim nifşê nû.” Dîlan Asker ya 12 salî jî got: “Li bajar û metrepolan çanda dengbêjiyê nemaye. Di aliyê Rojava de çanda dengbêjiyê nemaye. Li vêderê jî hêzên dixwazin çanda dengbêjiyê ji destê me derxînin hene. Divê em li hemberî van hêzên dixwazin çanda me tune bikin li nirx û çanda xwe xwedî derkevin.”


(zt)