Li gundê xwe yê hatiye talankirin dinêrin û digirîn
11:15
JINHA
RIHA - Hemwelatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Qeremok a Kobanê derbasî gundê Elîzêrê ya navçeya Pirsûsê bûne, bi çavên rondikî gundê xwe yê ji hêla çeteyan ve tê talankirin temaşe dikin, li benda roja dê vegerin gundê xwe ne. Sadika Mistefa ya ji heman gundî destnîşan kir ku êrîşên çeteyan heta sînorê Alîzêran hat û wiha got: "Em ji ber tang û topên wan reviyan. Em hatin ber sînor li vir jî leşkerên tirk bombeyên gazê avêtin me. Ez bi 6 zarokên xwe ve hatim. Em tenê bi kincên xwe yê li ser xwe çûn. Her tiştên me li wir ma. Bi şev û roj mala xwe temaşe dikim û digirîm."
Piştî 15'ê îlonê ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kantona Kobanê dest pê kir, hemwelatiyên gundên Qeremokê ya di 19'ê îlonê de derbasî gundê Elîzêr a Pirsûsê bûn, gundê xwe yê kîlometreyek dûr di bin talana çeteyan de bi çavên xwe yên hêstir ji wan dibare temaşe dikin. Qeremokiyên ku qet çavên xwe ji gund venaqetînin, diyar kirin ku maşîne, nivîn, erzaq û sewalên wan ji hêla çeteyan ve hatine dizîn.
Bi çavên rondikî gund temaşe dikin
Mistefa Evdo yê 76 salî ku li gundê Alîzêr ji hêla gundiyan ve bi zarokên wî ve di malê kî de hatine bicih kirin, da zanîn ku mala wan hatiye talankirin, hemû tiştên wan li ber çavên wan hatine dizîn. Mistefa, destnîşan kir ku ew rûniştiye û mala xwe temaşe dike û ev tişt gotin: "Ez dinêrim lê nikarin herim mala xwe. Niha ez li malê bûma dê minê erdê xwe cot kiribûya. Lê mixabin ez li vir talankirina mala xwe temaşe dikim. Lê ez bawerim dê gundê min azad bibe. Ez ji YPJ/YPG'ê bi bawer im. Ez li benda roja vegera xwe me."
Ji heman malbatê Sadika Mistefa ya 38 salî, anî ziman ku dema ew di mala xwe de rûdiniştin ew hînbûn ku çete tên û di destê wan de çek hene, ji ber vê yekê wan zarokê xwe hilda derketiye. Sadika, destnîşan kir ku êrîşên çeteyan heta sînorê Alîzêran hat û wiha got: "Em ji ber tang û topên wan reviyan. Em hatin ber sînor li vir jî leşkerên tirk bombeyên gazê avêtin me. Heke çekên me yên giran hebûna dê me zanibû çi dikir lê mixabin em neçar mabûn. Ez bi 6 zarokên xwe ve hatim. Em tenê bi kincên xwe yê li ser xwe çûn. Her tiştên me li wir ma. Bi şev û roj mala xwe temaşe dikim û digirîm."
'Kobanê dê teqes azad bibe'
Sadika, diyar kir ku ew bi jinên di nava YPJ'ê de pir bawer in, Kobanê dê teqes azad bikin. Sadika, anî ziman ku heke zarokên wê ne biçûkbûna dê ew zanibû çi bikira, dê biçûya bi jinên şervanan re li hember çeteyan şer kiribûya.
(zt)

