Jinên Rojhilata Navîn li ser modelên rêxistinbûnê radiwestin

15:26

JINHA


AMED –  1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn îro jî bi nîqaşên modelên rêxistinbûnê didome. Jinên Rojhilata Navîn 2 rojin pirsgirêkên xwe û tecrûbeyên welatên xwe anîn ziman. Jinan destnîşan kir ku her welatek tecrûbeyek vî hene û divê ev tecrûbe û têkoşîn bibin yek û bi hev re têkoşînek bê dayîn.


1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku bi pêşengiya Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) ve li Otela Grîn Parkê tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi nîqaşên li ser modelên rêxistibûnê didome.


‘Divê şoreşa civakî pêk bê’


Welide Botîna suryanî ji Sûriyê: Pirsgirêka jinê bi pirsgirêka kapîtalîzm, kedxwarî û serdestiya zîhniyeta mêr her ku diçe mezin dibe. Niha li Sûriyê şoreşek pêk tê û ev şoreş şoreşa jinê ye. Ji ber vê jî divê jin li dijî zilmê ji bo pêşeroja xwe plansaziyek pêk bîne. Ji bo civakeke demokratîk divê şoreşa civakî pêk bê. Em pêşniyar dikin ku salvegera kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê bibe roja ‘Rizgariya  gelan’. Em di serî de dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.


‘Mafên karkerên jin nîne’


Endama Partiya Kedê Sema Barbaros: Tirkiye di bin bandora emperyalîsta ne. Me li Tirkiye û herêmê kampanyayek amade kir. Di çarçoveya kampanyayê de em li ser çareseriya pirsgirêka kurd radiwestin. Bi taybetî li ser karkerên jin disekinin. Ji ber ku şert û mercên jinên kurd li qada xebatê gelekî zehmet e. Jin di qada kar de rastî cûdakarî, netew, ol û zayendî tên. Hikûmet her tim piştgirî dide kedxwariya karkeran. Mafên wan binpêdike.


‘LGBT rastî cudakariyê tên’


Endama LGBT’ê ya Îranê Shadî Amîn: Kesên ku di konferansê de axivîn hevzayendan tune hesiband. Divê em wekî serdestiya zîhniyeta mêran nefikirin û hevzayendan ji bîrnekin. Her wiha di konferansê de pirsgirêkêne endamên LGBT’ê nehat ziman. Li Almanyayê pirsgirêkên LGBT’iyan li gorî kurd û netewên din bêtir zehmet e. Ez li vir Şîrîn Elemhullî carek din bibîrtînim. Li Îranê her roj jin tên qetilkirin û rastî polîtîkayên cudakariyê tên. Li Îranê hevzayend tu carî nikarin xwe îfade bikin. Divê jinên îranî li dijî homofobiyê têkoşîneke hevpar bidin meşandin.


‘Tevgerên Jinên Pakîstanî bi hêz


Ji Pakîstanê Shahnaz Îqbal: Li Pakîstanê di sala 2012’an de reformeke cîhanî pêk hat. Jin ji bo nasnameya jinbûnê têkoşîneke hevpar dan meşandin. Li Pakîstanê pêvajoyeke îslamî dest pê kir. Piştre jin nekarin li malên xwe derkevin û nekarin mafê xwe yê wekheviyê bikarbînin. Tevgera Jinên Pakîstanê gelek bi hêz e û bi saya têkoşîna jinê tevger bi hêz bû. Li Pakîstanê jî jin û mêr heman karî dikin lê heman heqdestê nastinîn.


‘Îran li hemberî jinên kurd bi bertekin’


Parêzvana Mafê Mirovan Soraya Fallaha Îranî: Jinên kurd li Îranê tevli siyasetê dibin û di rêxistinên mafên mirovan de dixebitin. Lê bi têkoşîneke mezin ev tişt pêk hat. Îran li heberî jinên kurd her tim bi bertek e. Li Îranê her tim tirsa darvekirinê heye. Ji ber nêzîkatiya şerîatê jin nikarin tevli siyasetê bibin û jin wekî  namûsa mêr tê dîtin.  Lê jinên Kurdistanî li hemberî mêr dikarin bisekînin û xebatê bikin.


‘Divê jin hêza xwe bibîne’


Damezrînera Tora Çalakiyên Civaka Sivîl a Navneteweyî û berpirsa Herêma Afrîkaya Bakûr Sussan Tahmasebiya îranî: Ji ber lêkolînên ku em li herêmê dikin rastî gelek pirsgirêkan tên. Dixwazin der dora jinê teng bikin. Tunus, Fas, Endonezyayê şerîat li pêş e û mafê jinê tê binpêkirin. Divê jin medyayeke alternatîf biafirîne ku pirsgirêk û xebatên xwe ji raya giştî re ragihîne. Her wiha divê jin her tim tevli pêvajoyên aştî û muzakerayan bibe. Divê em jiyaneke bi hev re bidin afirandin. Jin her tim mexdûriyeta xwe tîne ziman lê divê jin hêza xwe bibîne.


‘Li Pakîstanê çalakî ne mumkûne’


Helbestvan Sarah Husaîna Pakîstanî: Divê jin li ser polîtîkayên netew û nasnameyê rawestin. Em ne qurbanin, em xwe dikin qurban. Dema şoreşa Misirê pêk hat çend ciwanên pakîstanî civiyan û nîqaşek dan destpêkirin. Lê li Pakîstanê ev ne mumkûne. Gelê ku li Rojava dijîn rihettirin, lê li vir jî zext, zordarî û şîdet hene. Lê dikarin vî tiştî nîqaş bikin û çalakiyan li dar bixin. Heke ev nîqaş û çalakî li Pakîstanê pêk bê dê li vir kuştin û mirin pêk bê.


‘Divê zimanê serdest a mêr ji holê bê rakirin’


Edîtora Sawtalniswa û Banat Triqê Sara Abu Ghazala lubnanî: Em ji rêxistinbûna jinên kurd bi bandor in. Em wekî jinên Rojhilata Navîn dixwazin tecrûbe û têkoşîna jinên kurd mînakan bigirin. Ji bo têkoşînê divê nêrîn û nêzîkatiya jinê li pêş bike. Divê em xwe ji zimanê serdest a mêr rizgar bikin û ji bo zimaneke nû têbikoşin.


(la)