Ciwanên li sînor: Kobanê ne tenê ya kurdan şoreşa me hemûyan e

12:09

JINHA


RIHA - Ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya nobedariya li ser xeta sînor her roj ji kesên nasnameyên nû yên cuda pêk tê. Xwendekara lîsansa bilind a Beşa Civaknasiya Dîrokî ya Zanîngeha Koçê Ceren Gulbudak, diyar kir ku Kobanê ne tenê meseleya kurdan mesela wan hemûyan e, xwendekara Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Bogazîçî Olcay Çelîk jî da zanîn ku li Kobanê ji bo mirovahiyê şoreşek pêk tê û wiha got: "Ev şoreş şoreşa min e jî. Ez ji bo piştgiriyê bidim kesên şoreşa min diparêzin hatime." 

Li Kobanê berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ketiye roja xwe yê 50'êmîn de, li ser xeta sînor nobedariya piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê jî her roj ji hêla kes û kesên nasnameya wan cuda ve piştgirî jî bilindtir dibe. Ciwanên ku ji Swêdê, Îzmîr, Stenbolê hatine tevlî nobedariya ser sînor bûne, hem tevlî çalakiyan dibin û hem jî ji bo pêdiviyên zarok û extiyarên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê bi cih bînin di nava xebatan de ne. Ciwanên ku dibêjin "Kobanê tenê ne meseleya kurdan e meseleya me hemûyan e." 

'Kobanê mesela me hemûyan e'

Xwendekara lîsansa bilind a Beşa Civaknasiya Dîrokî ya Zanîngeha Koç Ceren Gulbudak ku ev hefteyeke li gundê Mehser a li ser xeta sînor de di nobedariya berxwedanê de cihê xwe digire, diyar kir ku ew tevlî çalakiyan dibe û hem jî tevlî xebatên ji bo pêdiviyên zarok û extiyarên ji ber êrîşên DAIŞ'ê hatine konbajarê li Pirsûsê dimînin bicih bînin, dibin. Ceren, anî ziman ku berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berdewam dike ji bo wê pir bi wate ye û ji ber vê yekê ye ew jî tevlî çalakiyên li ser sînor bûye. Ceren, derbirî ku divê mirov hinekî meseleyê dixwe de bibîne û wiha got: "Kobanê ne tenê pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye, meseleya me hemûyan e. Halê bi hev re şerkirin an jî vê alî sînorê elewî, kurd, ji Ewropayê mirovên tên, jin, ji alema Îslamê re hevdîtina me ya bi wan re jî rastiya vir datîne holê. Dibe ku niha bajêr tê hilweşandin. Lê tiştê wir dike wir di esasê xwe de hêj jî li wir e." 

'Mirov êdî wek e Newyorkê dizanin Kobanê li kuderê ye'

Murat Kanlibaş jî ku ji bo piştgiriyê bide Kobanê ji Swêdê hatiye, diyar kir ku hatina wan a vir hindik be jî di rûyê zarokên ji Kobanê hatine de kenekî bide çêkirin e. Murat, da zanîn ku li Swêdê jî çalakî çêdibin lê wî xwestiye li vir an go di cih de piştgiriyê bide van çalakiyan. Murat, destnîşan kir ku divê her kes bê vir û careke din hîs bikin ku mirov mirov in, di cîhanê de berxwedaneke wiha nehatiye dîtin, bibîn in. Murat, anî ziman ku li Kobanê berxwedaneke wisa tê jiyîn ku her kes çewa Newyork wisa dizanin Kobanê jî li ku ye û derbirî ku divê êdî cîhan kurdan qebûl bike. 

'Ez ji bo parastina şoreşa xwe hatim'

Xwendekarê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Bogazîçî Olcay Çelîk ku malbata wî goçmenên Rumeyê, diyar kir ku di hêla dîrok û kokî de bi erdnigariya Kurdistanê re wek e takekesî aliyekî wî tune ye lê bi berxwedana Kobanê re ew hatiye Kurdistanê û tevlî berxwedana li ser sînor bûye. Olcay, wiha got: "Tiştê ku li Kobanê tê jiyandin ez wek e êrîşeke ji hêla barbaran ve li ser mirovên neçaran ve tê kirin nabînim. Gelek ê di rewşekî mirov gunehê xwe pê bîne tune ye, wek e drameke mirovahiyê jî nabîn im. Li wir şoreşek heye û wek e parastina şoreşê dibîn im. Ev li hember jiyanê di nava jiyanê de wek e şoreşekî dibîn im. Ji ber vê yekî ji bo min li wir şoreşek heye. Ez ji bo parastina şoreşa xwe hatime vir. Ez ji bo piştgiriyê bidim kesên şoreşa min diparêzin hatime vir." 

'Li Pirsûsê Kobanêyek hat afirandin'

Ji mamosteyên tayîna wan nehatiye kirin Fîdan Kanlibaş jî ku roja yekemîn berxwedana ser xeta sînor destpê kir heta niha di nava xebatên ji bo perwerdekirina zarokên Kobanêyî de ye, destnîşan kir ku li hemberê televizyonê rûniştin û bûyerên li vir temaşekirin pir zahmetir bû ji ber vê yekê ew jî hatiye vir û ketiye nava çalakiyan. Fîdan, ev tişt gotin: "Li Kobanê li aliyekî şer dijî me jî li Pirsûsê Kobanêyek afirand. Ev şer ku dil hebû Kobanê bi me bide windakirin me Kobanêya duyemîn afirand." 

(zt)