Bi zaroka di hembêza xwe de pê li mayinê kir
12:20
JINHA
RIHA - Cemîle Şêxo ku ji ber êrişên DAİŞ'ê dixwest derbasê Tirkiyeyê bibe dema ku ji sînor derdiket yek di hembêza wî de bi 5 zarokên xwe re pê li mayinê kir. Cemîle ya ku niha li konan de li ber xwe dide da zanîn ku tenê ew zarokên xwe di fikire û wiha got: "Ez bê pê nikarim tiştek bikim. Zarokên min hîn biçûk in. Em ji mal û warê xwe durketin niha derdê minê heri mezin ewe ku ez nikarin hewcedariyên xwe pêk bînim."
Wekî her şeran dîsa di êrişên li hemberê Kobanê de herî zêde jin mexdûr dibin. Cemîle Şêxo jî yek ji wan jina ye ku ji ber êrişên DAİŞ'ê mal û warê xwe terikand bi 5 zarokên xwe ve berê xwe da xerîbiyê. Cemîle dema ku dixwest ji sînor derbasê Tirkiyeyê bibe yek di hembêza xwî de bi 5 zarokên xwe ve pê mayinê kir. Cemîle ya ku meh nîvek ewil ji herema Tilşeirê derbasê Tirkiyeyê dibû û pê li mayinê lingê xwe yê rastê di bin çokê de windakir. Tişta ku Cemîle niha bi dinyayê ve girê dide, zarokên wî ne û 5 zarokên xwe di fikire.
Ew û 2 zarokên xwe ji mirinê fitilîn
Cemîle Şêxoya ku niha li Elîor'a Pirsusê di konê Arîn Mirxan de dîme serpêhatiyên xwe parvekir. Cemîle ragihand ku ew di encama êrişên çeteyan de 3 şevan li Çolê mane û got ku dema ew di sînor de derbas bûye li noqteyekî nêzikê sînorê Tirkiyeyê pê li mayinê kiriye. Cemîle ragihand dema teqîna mayinê zaroka wî ya herî biçûk di hembezê wî de bû, destê zarokî wî jî di destê wî de bûye û got ku zarokê wî bi şansek mezin tenê bi birinên biçûk ji teqinê xilas bûne. Cemîle ragihand ku lingê wî di bin çokê de hatiye jêkirin û wiha got: "Hindak mabû kû em hersê jî bimrin" Cemîle ragihand ku zarokê wî yê herî mezin 15 salî ye yê herî biçûk jî yek saliye û got ku derdê wî herî mezin hewcedariyên zarokên wî ne.
(zt)

