Cenazeyê şervana YPJ'ê Cennet ber bi Sêrtê ve hat birêkirin
13:50
JINHA
AMED - Şervana YPJ'ê Cennet Baba (Gulçîn Sêrt) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birÎndar bûbû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin jiyana ji dest da. Cenazeyê Cennet ji bo definkirinê ber bi Sêrtê ve hat birêkirin.
Şervana YPJ'ê Cennet Baba (Gulçîn Sêrt) di 26'ê cotmehê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bi giranî birîndar bû. Şervana YPJ'ê Cennet piştî ku li Pirsûsê mudaxaleya ewilî pêk hat ji bo dermankirinê şandin Amedê û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat dermankirin. Cennet ligel hemû hewldanên rizgarkirinê jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Cennet ji morga nexweşxaneyê ji hêla malbata wê, rêveberên MEYA-DER, DBP'ê û hevşaredaran hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi Sêrtê ve bi rê ketin.
Piştî ku cenaze bigihêje Sêrtê li Goristana Şeyh Musa ya li taxa Dogana Sêrtê ye bi girseyî were definkirin.
(zt)

