Çeteyên DAIŞ'ê li sînor hemwelatiyekî Kobanêyî qetil kir
14:58
JINHA
RIHA - Hemwelatiyê Kobanêyî yê bi navê Necîp Ehmed ê li li cem wesayîtên di nav bera xeta sînor de di encama gulebarana ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatî kirin de, jiyana xwe ji dest da.
Li hemberê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ser Kobanê berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê di roja 50'emîn de berdewam dike, çeteyên DAIŞ'ê qetilkirina sivîlan jî didomîn e. Hemwelatiyê ji Kobanê yê bi navê Necîp Ehmed (32) ku li cem maşîneyên herêma di nav bera gundê Siwêdê û Pirsûsê de disekinî ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin.
Cenaze li qereqolê ye
Hate diyarkirin ku cenazeyê Necîp ê hatî qetilkirin rakirine Qereqola Hidût a Karacayê. Qeymakamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî ku bi telefonê li Parlementerê HDP'ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan geriya û got ku cenazeyê hemwelatiyê jiyana xwe ji dest dayî li Qereqola Hidûdê ya Karacayê ye.
Ji bo cenazeyê hemwelatiyê Kobanêyî ji qereqolê bigirin maşîneya cenazeyê ji Pirsûsê kete rê, hate ragihandin ku li herêma tê gotin tu pêvçûn derneketiye, çeteyên DAIŞ'ê hemwelatiyên li cem wesayîtên li ser sînor hatî sekinandin ve hedef nîşan daye û gulebaran kirine.
Îdeaya leşkeran 2 saat ya hemwelatiyê birîndar sekinandiye
Li gor agahiyên şahidên bûyerê dane jî, hate diyarkirin ku Necîp ê ku ji gundê Jibilfereç ê Kobanê ye, dema çûye cem wesayîtên sekinandine, ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye gulebarankirin û ji lingê xwe birîndar bûye. Şahidên bûyerê, destnîşan kirin ku leşkerên tirk ên li ser sînor disekinin jî, 2 seat zêdetir nehiştine ji bo ya Necîp birîndar bûyî rakin nexweşxaneyê, piştî xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest daye rakirine qereqolê.
(zt)
