‘Divê Ocalan azad bibe’
17:09
JINHA
AMED – Di 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi ser navê “Têkoşîn û çareseriya hevpar a li hemberî pirsgirêkên jinan” didome. Jinan destnîşan kir ku dîrok ji nû tê nivîsandin. Jinan di konferansê de bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her wiha Rojnameger û nivîskar Necîbe Qeredaxî jî xwest ku rojnamegerên jin ên li Tirkiyeyê serbest bên berdan.
1’emîn Konferansa Jinan a Rojihala Navîn ya ku 3 roj in li Amedê tê lidarxistin didome. Konferansa ku tê lidarxistin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin. Îro jî jin bi ser navê “Têkoşîn û çareseriya hevpar a li hemberî pirsgirêkên jinan” nîqaşên didomînin. Aktîvîsta DOKH’ê Ceylan Bagriyanik û endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Yurdusev Ozsokmen moderatoriya vê beşê dikin. Jinan di konferansê de bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya rojnamegerên jin jî hat daxwazkirin.
‘Têkoşîna jinê û têkoşîna gelan’
Endama Tevgera Rizgariya Fîlîstînê Leyla Xalid: Têkoşîna jinan û têkoşîna gelan bi hev re tê meşandin. Di têkoşîna neteweyî de mafên jinê jî heye. Têkoşîna jinên li Fîlîstîn, Misir, Bahreyn, Yemenê û hwd. Parçeyeke têkoşîna gelan e. Gelo Tansu Çîller, ji bo Tirkiyeyê dibe mînak an na? Ez dixwazim divê mirov jinên bi vî rengî bi çî awayî binirxîne. Divê jin rol û modela burjuvaziyê mînak negire. Ev jinê temsîl nakin. Ev kes jinê ji holê radike. Em ne li dijî cuhiyane. Em li dijî Îsraîlê ne. Ji ber ku Îsraîl axa Fîlîstînê dagir kiriye. Cuhîdî olek e. Ev mijareke taybet û mirovatiyê ye. Divê mirov di olan de azad be. Em di konferansê de qala olan nekin. Em qala zilm û zordariyê dikin. Xwedê axê li gorî netew û rengan parvenekiriye. Her wiha niha bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tê kirin û ev hewldan girîng e, vegera gelên fîlîstî ji axa xwe girîng e. Ji bo vegera jinên fîlîstînî divê em bikevin nav hewldanan. Di vê konferansê de bila dewleteke demokrat û aştiyane bê afirandin.
‘Ji ber zexên olî jin tên qetilkirin’
Endama Yekîtiya Demokratîk a Asurî Samîra Îshaka suryanî: Ez li vir carek din pêşenga gelê kurd Sakîne Cansiz bi bîrtinim. Pergala ku yek xwedê ji bo mêran azadî afirand û ji bo jinê jî xwe parastin vaad kir. Ne tenê kurd, ermenî û suryanî ji ber zextên olî hatin qetilkirin. Divê jin li hemberî pergala mêr û ol têbikoşe.
‘Em ê derdora mala cîranê xwe jî paqij bikin’
Farah Barqawiya misirî: Ez di Grûba Întîfaya Jinan a Ereban de cih digirim. Ez li vir ji bo ewlehiya jinê têdikoşim. Jin di gelek qadan de cih digire lê mafê xwe yê qanûnî nizane. Li dijî despotizme, cudakariy, xizaniyê divê jin têkoşîneke hevpar bide meşandin. Ne tenê dora mala xwe divê dora mala cîranê xwe jî paqij bikin. Jinên Rojhilata Navîn dê li dijî wehşeta jinê tê bibin yek. Em ji bo hemû jinan têkoşîn didin û îro li vir in.
‘Teslîmbûn îxanet e’
Endama Çepheya Partiya Sosyalis a Misirê Karîma Mohammed Ali Hefnawy: Ji bo rûmeta mirovan û edaleta civakî em ji ji bo Abdullah Ocalan têkoşîn didin. Wekî gotina Sakînê ye ‘Teslîm bûn îxanete’. Em jinên ji bo azadiyê şehîd ketine ên wekî Misir, Kurdistan, Lubnan, Fîlîstîn, Iraq, Bahreyn û Yemenê li vir bi bîrtinin. Dewletên ku bi navê aborî, tenduristî û perwerdê alîkarî didin ne ji bo me ye ji bo hegemonya xwe li pêş bixin tevdigerin. Makeqanûna jinan a cîhanê divê bê sazkirin. Li her welatî kampanyayên der barê jinê de heye, ev tê wateya ku li her derê cîhanê jin pirsgirêkan dijîn. Divê di makeqanûnan de wekheviya jinê bê parastin. Em berxwedêrin, azadîxwazin û emê armancên xwe pêk bînin.
‘Bi amûrên dersthilatdaran xanî nayê çêkirin’
Akademîsyena beşa Xebatên Jinan û Cinsiyeta Civakî ya Zanîngeha Cliforniyayê Mînoo Moallema îranî: Em dîroka ku hatî windakirin bi arşîvên jinan carekdin derxin rûyê erdê. Hêza jinê bi zanetî nayê dîtin. Mirov nikare jinê tenê bi yek katagoriyê binirxîne. Bi navê jin û demokrasiyê Afrîka û Iraq hat dagirkirin. Divê hîn pêyv carek din bên nîqaşkirin. Bi navê ‘Rojhilat barbar û rojava modern’ proje tên pêşxistin. Bi amûrên desthilatdaran xanî nayê çêkirin.
‘Bandora şer a li ser jinê’
Endama Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BIKG) Nuket Sîrman: Jin bi siyasete gelan siyaseta nasnameyê jî dikin. Polîtîkayên perçiqandinê jin tê birêvebirin. Cudabûna di nav jinê ji hêla desthilatdaran ve tê bikaranîn. Em wekî jinên BIKG dixwazin mexdûriyeta jinê ya di nav şer fêm bikin. Jin hatin koçberkirin, be xanî man, xizaniyê re rû bi rû man, ziman hat qedexekirin. Pirsgirêka jinê bêtir zêde bû. Ji ber vê jî jin dixwazin di pêvajoya aştiyê de rol bigire.
‘Dibêjin Ermenîstan azad e…’
Milena Abrahamyana Ermenistanî: Ermenîstan ji hêla herêman ve rastî zextan tên. Dibêjin 22 sal in Ermenistan azad e, wekî welatekî firotenî tê dîtin û ev tişt nayê wateya Ermenistan azad e. Li Êrîwanê kesên ku ne bêrêtî protesto kirin hatin qetilkirin, lê ev tişt tu carî nehate rojevê û nehat dîtin. Ev tişt ji bo jinê jî wisaye. Li hemberî jinê polîtîkayên faşîzane hat meşandin.
‘Sakine ji bo me bûye sembol’
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk: Li hemû welatan pirsgirêkên jinê nêzî hevin. Divê em baş pirsgirêkan tahlîl bikin û li hemberî wê têkoşîna çareseriyê bidin meşandin. Ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gelek welatan jin hatine kom bûne û ew bi vê yekê pir kêfxweş in. Birêz Ocalan zilam e. Lê gelek keda wî di ber azadiya jina kurd de çêbûye. Ji bo azadiya birêz Ocalan gelek jin hatine li welatê me kom bûne. Vê yekê em kêfxweş kirine. Birêz Ocalan dibêje 'Projeya min a herî girîng projeya Azadiya Jinê ye. Birêz Ocalan ji bo xwe azadiya jinê esas digire. Em wekî jinên kurd ji Birêz Ocalan hez dikin û hevalên wî yên jin in. Em ji bo Birêz Ocalan û hemû jinên cihanê têkoşîna azadiyê didin. Mafê wan di siniya zîv û zêr de nedan wan û wan bi têkoşîna xwe mafê xwe bi dest xist. Wan Bîrdoziya Rizgariya Jinê ava kir û tekoşîna Sakine ji bo me bûye sembol.
‘Divê rojnameger azad bibin’
Nivîskar û rojnameger Necîbe Qeredaxî: Konferanseke serkeftî ye. Rojhilata Navîn ji bo berxwedana jinê cihek girîng e. Pergal li hemberî jinê her tim asteng e û îro 3 roj in ev astengiya pergalê tê nîqaşkirin. Jin dê li hemberî pergalê têbikoşe. Divê îro delegasyona konferansê banga serbest berdana rojnamegerên jin bike.
(la)

