Mala Weşanê ya Aram’ê 11 pirtûkan digihîne ber xwendekarên xwe

08:56

Sarya Gozuoglu-Beritan Elyakut /JINHA


AMED – Mala Weşanê ya Aramê 11 pirtûkên dinê çapkirine û gihandine ber destê xwendekaran. Ji van 11 pirtûkan jî 3 pirtûkên jinanin. Xebatkara Mala Weşanê ya Aramê Zeynep Tekcanli diar kir ku dê dinava demek kin de pirtûkên Sakîne Cansiz, Rofbîn Perîşan û Dîlzar Dîlok bigihe ber destê xwendekaran û wiha got: “Di heman demê de ev pirtûkana bersiva pirsên weke derxistina hêza jinan ya cewherî û çawan jiyan kirinêne.”


Mala Weşanê ya Aramê ya ku bi zimanê kurdî û tirkî weşanê dike dê di vê mehê de 11 pirtûkan bigihînin ber destê xwendekarên xwe. Ji van 11 pirtûkan jî nivîskarên 3 pirtûkan jinin. Berga 2’emîn ya pirtûka Siyasetmendara Kurd Sakîne Cansiz ya di 9’ê çileya sala 2013’an de li Parîsê hatî qetilkirin ya bi navê "Hep Kavgaydı Yaşamım", pirtûka Dîlzar Dîlok ya bi navê "Ayıntap Üstünde Kızıl Bir Zaman" û pirtûka Rojbîn Perîşan ya bi navê "Bakır Sesli Kadınlar" dê bigihin ber destê xwendekarên wan. Xebatkara Mala Pirtûkan ya Aramê Zeynep Tekcanli anî ziman ku web i mereqek pir mezin li benda pirtûka Rojbîn Perîşane û çî pirtûkên Rojbîn yên derketine ew hema zu digire û dixîne.


‘Çîrokên jinan yên berbi tunebûnê digire dest’


Zeynep balkişande ser naveroka pirtûkên Rojbîn Perîşan û wiha domand: “Netenê janên windabûna bûyerên jinan dide her wiha hilberînên wan jî dide. Pirtûka ‘Bakir sesli kadinlar’ bîrdariya dilek bi êş û bi agire.” Zeynep da zanîn kul i gel di pirtûkê de her çîrokek cuda ye jî lê cardin hinek xalên wan yên hevbeş berhevkirin huner û hêzek mezine.


‘Ji ber daxwazên zêde me berga duyem jî derxist’


Zeynep bilêvkir ku her yek ji van pirtûkan xwediyê naverokên dewlemend û giringiyên cudane. Zeynep dastnîşan kir ku ji van hemû pirtûkan ya herî zêde rastî eleqeyek mezin tê jî pirtûka Sakîne Cansize û wiha berdewam kir: “Ji ber eleqeya mezin ya li hemberî pirtûka Sakîne Cansiz me berga 2’emîn jî derxist.  Di heman demê de ev pirtûkana bersiva pirsên weke derxistina hêza jinan ya cewherî û çawan jiyan kirinêne.”


‘Her pirtûkek ji van ji bo xwendekarên xwe ronahiyê nîşandide’


Zeynep derbirî ku pirtûkên Sakîne Cansiz, Rojbîn Perîşan û Dîlzar Dîlok dest dayîn pênûsê û nivîsîne ser jinan bandorên mezin dihêlin û wiha dom kir: “Nivîskarên jin di nivîsên xwe de jinan cuda digirin dest. Ne tenê ev sê pirtûkên kum e qala wan kirin, her wiha pirtûkên dinê yên weke pirtûka Ferhat Aksu ya bi navê 'Demokratik özerklik ve demokratik birey', pirtûka Sînan Şahîn ya bi navê 'Demokratik modernite ve gençlik', pirtûka Halît Guneş ya bi navê  'Aşkaos' û pirtûka Edîp Yalçinkaya ya bi navê 'Kardaki kan' pirtûkên xwediyê naverokên dewlemendin dê ji bo xwendekarên xwe riya ronahiyê bigirin û pêşiya wan vekin.”


(zt)