'Piştî baş bûm dixwazim vegerim çepera xwe'
10:22
JINHA
RIHA - Welatiyê Kobanê yê bi navê Mihemmed Şêx Mihemmed ê 60 salî yê ku di berxwedana Kobanê de di çeper de ji piyê xwe birîndar bûyî û j bo dermankirinê anîn Pirsûsê diyar kir ku ew dixwaze baş bike û çareke din vegera çeper. Mihmmed, anî ziman ku bi berxwedana li dar dixin dê Kobanê di demek nêz de azad bibe û careke din vegerin.
Li Kobanê ji 7 saliyê heta 70 saliyê hemû gel li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê ber xwe didin. Ji berxwedêrên Kobanê yek jî Mihemmed Şêx Mihemmed ê 60 saliye. Mihemmed di pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li çeperê li dima ji piyê xwe birîndar bû. Mihemmed mehek berê li Girêkaniyê birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Pirsûsê. Mihemmed, ji bo careke din veger çeperê teslîmî hevalên xwe kirî rojan dihejmêre. Mihemmed li Konbajarê Arîn Mîrkan bi malbata xwe re dimîne û anî ziman ku ji bo xwedî li rûmeta xwe derbikevin û namûsa xwe biparêzin çek hilgirtin û ew jiyana xwe jî ji dest bide dê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ber xwe bide.
'Tenê daxwaza min ew e ku ez nû baş bibim û vegerim çeperê xwe'
Mihemmed, da znaîn ku li çeperê lê dima karê wî têkildarî tevgera çeteyên DAIŞ'ê de agahî dayînbû dema ew birîndar bû şervanê YPG'î yê ji bo wî bigire hatî jî bi heman şiklî birîndar bû û wiha got: "Min û hevalê xwe yê YPG'î ji qadê bi erdê re zelandin derxistin. Piştî re ji bo dermankirinê ez hatim Pirsûsê. Niha tenê daxwaza min ew e ku ez baş bibim û tola xwe hilbigirim e. Çepera min hîştî çareke din cih girtin e. Heke îro piyê min baş bibe ez dê sibê derbasî Kobanê bibim."
'Rêxistinbûna me û têkoşîna me berdekê 4 dewletan e'
Mihemmed, bilêv kir ku wan zilm li tu kesî nekiriye û axa tu kesî dagirnekirine lê çeteyên DAIŞ'ê yên tu kes niza ji kuderê tên ji bo axa wan û namusa wan dagirbikin dest bi êrîşê kirin. Mihemmed, destnîşan kir ku li hemberî van xwe parastin lê ji ber ku çekên wan ên giran tunebûn tenê di pozîsyona parastinê de man û wiha axivî: "Ligel tu mafê wan li ser me tuneyî êrîş li me kirin. Heke mafek heme yê me li ser herkesî heye. Hemû cîhanê li hemberî me çeper vekirine û dixwazin em têk biçin. Her çiqas çekên me yê giran tunebin jî di çavên dewletên cîhanê de rêxistinbûna me û têkoşîna me berdelê 4 dewletan e. Ji ber vê yekê hêzên navneteyî tehemûlê li mafên me nakin û piştgiriyê didin çeteyan."
'Em têkoşîneke mafdar didin meşandin'
Mihemmed, balkişand ser şertên welatiyên Kobanê yên dijîn û wiha pê de çû: "Em dê di demek nêz de axa xwe ji van çeteyên hov paqij bikin û vegeriyên ser qadên xwe yên jiyan. Bila tu kes nebêje dê Kobanê bikeve. Niha hevalên YPG û YPJ'î ji bo axa û rûmeta me şer dikin. Li gorî agahiyên ji me re tên geşedan baş in. Hêvî dikim ku di demek kin de em dê vegerin ser axa xwe. Ez jî dixwazim demek kin de çeka xwe bigirim û tevlî têkoşînê bibim. Em têkoşîneke mafdar dimeşînin. Têkoşîna em didin ji bo ax, ziman û nasnameya me ye. Têkoşîna mafdar tu caran têknaçe."
(zt)

