Welatiyên Kobanê heta dawî bi şervanên YPG û YPJ'ê bawer in
10:36
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê yên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê diyar kirin ku wan her tiştên xwe teslîmî hêzên YPJ û YPG'ê kirine, heke wêran bibe jî ew ê cardin vegerin Kobanê jiyanê înşa bikin. Welatiyên Kobanê destnîşan kirin ku baweriya wan bi YPG û YPJ'ê bawer dikin û wiha axivîn: "Heke em bimirin jî dixwezin li ser axa xwe bimirin. Bes tenê em vegerin axa xwe."
Welatiyên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe terikandine ji bo vegerin rojan dihejmêrin. Welatiyên Kobanê diyar kirin ku wan her tiştên xwe teslîmî hêzên YPG û YPJ'ê kirine û ev tişt anîn ziman: "Baweriya me heta dawî bi hevalan tê. Me jî dixwest li cem wan di mewziyan de şer bikin lê ji bo ewlehiya me xwestin em ji wir derkevin. Me her tiştên xwe teslîmî wan kir." Welatiyên ku li konbajaran dimînin dema ku tên cem hev di sohbetên xwe de der barê rewşa dawî ya Kobanê de hevdu agahdar dikin, nêrînên wan ên hevpar tespîtên dê kengî vegerin de ye. Kobaniyên ku li Konbajarê Jiyan a ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ve hate vekirin de dimînin der barê vegerê de nêrînên xwe anîn ziman.
'Ligel şer em amadene vegerin Kobanê'
Muhammed Êsman ê ji gundê Lehîneyê ye û zorekeke xwe di refên YPG'ê de winda kiriye anî ziman ku wan ji ber ku qetlîama li Şengalê dîtine, di destên wan de çekên bikaribin bersivê bidin wan tunebuye ji ber vê yekê cih û warê xwe terikandine. Muhammed da zanîn ku ew bi alîkariya gelê Pirsûsê jiyana xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke ne ji hevalên YPG û YPJ'ê ba niha DAIŞ'ê em hemû qetil kiribû. Li wir hêzên YPG û YPJ'ê li vir jî gelê me xwedî li me derketin. Niha heval destûrê bidin em ê hemû ligel şer vegerin Kobanê. Lê ji ber ewlehiya canê me heval destûrê nadin. Yên diçin vedigerinîn."
'Me her tiştên xwe teslîmî YPG û YPJ'ê kir'
Mihemmed Bekoyê ji gundê Qilheyre ye jî anî ziman ku wan her tiştên xwe teslîmî hêzên YPG û YPJ'ê kirine her saetê ji bo hêviyên xwe nû bikin dijîn. Mihemmed destnîşan kir ku ji malbata wan 2 kes di refên YPG û YPJ'ê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo vegerin hêviyên xwe zindî digirin û wiha berdewam kir: "Em çawa fersendê bibînin em ê vegerin axa xwe. Em ê axa xwe ji çeteyan re nehêlin. Çi dibe bila be em ê vegerin û jiyanê înşa bikin."
'Wêran be jî em dixwazin vegerin'
Welatiya bi navê Zehra Êsman a ji gundê Helînceyê ye jî bilêv kir ji ber ku dê vegerin tiştek bi xwe re neanîne û hêviya wan ew e ku di demeke kin de vegerin. Zehra got ku ew li benda vegerê ne û beriya hefteyeke xwesuya wê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: "Heke em bimirin jî dixwazin li ser axa xwe bimirin. Bes em vegerin mal û axa xwe. Çi dibe bila be wêran be jî em dixwazin di demeke kin de vegerin. Em naxwezin ji axa xwe dûr bimînin."
'Bila hevalên me baş bin bes e'
Jina bi navê Emîne Cima ya dayika 9 zarokan e û ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mal û axa xwe hiştiye destnîşan kir ku ew di jiyana xwe de deyndarê YPG û YPJ'ê ne, qadên jiyanê yên li pey xwe hiştine, teslîmê YPG û YPJ'ê kirine. Emîne da zanîn ku ji bo vegerin axa xwe li bendê ne ku Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin û wiha got: "Bila hevalên me baş bin bes e, bêguman em ê vegerin axa xwe. Heval li wir ji bo me canê xwe feda dikin. Înşelah em ê di demeke kin de bi hevre di axa xwe de bijîn. Em bi YPG û YPJ'ê ser bilind in."
(zt)
