Zarokên Kobanê dest bi perwerdehiyê kirin

11:19

JINHA


RIHA - Zarokên Kobanê li konbajarê Konê Perwerdehiyê ya Jiyan Amarayê dest bi perwerdehiyê kirin. Zarokên ku bi strana "Kobanê îro xemgîn e" dest bi dersan kirin ewil dersên kurdî, îngilîzî, resîm û muzîkê kirine. 

Ji bo zarokên Kobanê yên bi malbatên xwe re ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê li Konê Perwerdehiyê ya Viyan Amarayê dest bi perwerdehiyê kirin. Li konê perwerdehiyê ji bo çar polan û pêşdibistanê ders bên dayîn. Niha ji bo zarokan dersên kurdî, înglîzî, resîm û muzîkê bê dayîn. Zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin bi dersa muzîkê dest bi perwerdehiyê kirin. Zarokan bi hevre strana "Îro Kobanê xemgîn e" stran û di derba resîmê de jî resîmên şervenên YPG û YPJ'ê û malên xwe yên li Kobanê xêzkirin. 

Mamosteyê konê perwerdehiyê Mamoste Rodîstan diyar kir ku wan bi derfetên kêm ve kon vekirine û wiha berdewam kir: "Îro dest bi perwerdehiyê kir. Li vir perwerdehî zehmet e. Li vir zarokên ji ber şer bi bandor bûne hene. Her roj agahiyên şehadetan têb Ji ber vê yekê tenê ne perwerde terapî jî pêwîst e."

Stranên Kobanê hatine jiberkirin

Rodîstan diyar kir ku mamoste ji kesên dikarin dersên bi kurdî bidin pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mamosteyên me hemû ji Kobanê ne. Zarokan stranên ji bo Kobanê ji ber kirine. Dîsa di resîman de malên xwe yên li Kobanê û şervanên YPG û YPJ'ê xêz dikin. Bi vî rengê tiştên di bin hişên wan de derdikeve holê. Ew dizanin YPG'î û YPJ'î wan diparêzin. Ev nîşan dide ku bêriya mal û kolan^ne xwe dikin."

(zt)