Endamê PM ya HDP’ê rastî êrîşa bi kêran hat
11:31
JINHA
ENQERE - Kes an jî kesên ketin avahiya Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, kêr li endamê PM'ê Ahmet Karataş dan. Ahmet ê ji gelek cihên bedena xwe birîndar bû rakirin beşa lezginî ya nexweşxaneyê, hate diyarkirin ku tehlukeya jiyanî heye.
Kes an jî kesên ku serê sibê ketin avahiya rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, endamê PM'ê ya HDP'ê Ahmet Karataş bi kêrê birîndar kirin. Li gor agahiyên endamê PM'ê Alî Urkut dayî, di seatên sibehê dema Ahmet Karataş bi tena serê xwe li avahiya partiyê bû, êrîşker an jî êrîşkeran di deriyê partiyê ya vekirîbûn de ketin hûndir. Êrîşkarên ku ketin hûndirê avahiya partiyê êrîşê Karataş kirine. Piştre bi 7 derbeyên kêrê li bedena Ahmet birîndar kirine û ji cihê bûyerê reviyan e. Hate diyarkirin ku Ahmet ê bi giranî birîndar bû, demek bi birîndarî di avahiyê de maye û gelek xwîn winda kiriye. Endamên partiyê ku hatine avahiyê, ya Ahmet di nava xwîn de li erdê dîtine û rakirine Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê. Hate zanîn ku ya Ahmet ê ku rakirine beşa lezginî ya nexweşxaneyê xetereya jiyana wî heye.
Hate ragihandin ku polîsên hatine cihê bûyerê, derbarê êrîşê de dest bi lêkolînê kiriye.
(zt)
