Guhê wî li Dengê Kurdistanê çavê wî li Kobanê ye

11:37

JINHA


RIHA - Welatiyê bi navê Emîn Soyal (70) ê ji Şirnexê ji bo nobeta berxwedanê hatiye sînorê Kobanê û Pirsûsê bi roj bi radyoya Dengê Kurdistanê Guhdar dike û deqîqe bi deqîqe pêşketinên li Kobanê dişopîne. Soyal ê ku radyoyê ji destê xwe danayne diyar kir ku ew ê hate serkeftinê li sînor be.

Nobeta berxwedanê ya li sînor didome û bûye parçeyeke berxwedana şervanên YPJ û YPG'ê ya dîrokî bi bîryariyeke mezin didome. Nobeta berxwedanê ya kete roja 51'emîn, ev noseta ku sînor bê wate kir di heman demê de nîşan dide ku "Serxet" û "Binxet" jî yek in. Yek ji wan welatiyên ku nobetê digire Emîn Soyal (70) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê hatiye ye. Soyal heta temenê xwe yê mezin heta seatên dereng ên şevê nobetê digire û radyoya di destê xwe de jî dide ber guhê xwe, di nava gund de digere. Emîn bi vî rengî radyoya Dengê Kurdistanê guhdar dike. 

Emîn diyar kir ku ew deh salan zêdetir e radyoyê ji destên xwe danayne erdê, rojê 5-6 saetan radyoyê guhdar dike. Emîn bilêv kir ku jibilî Dengê Kurdistanê tu radyoyên din guhdar nake û hemû pêşketinan di vî radyoyê de guhdar dike. Emîn destnîşan kir ku bi radyoya xwe ve hatiye li cihên ku hatine diyarkirin bi şev nobetê digire. 

Ji bo piştgiriya Kobanê li sînor e

Emîn got ku keçeke wî di 1997'an de di refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye kurê wî yê 21 salî jî beriya 2 mehan tevlî HPG'ê bûye û ew şervanên YPG û YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin jî wekî zarokên xwe dibîne ji bo ku bibe parçeyeke berxwedana wan hatiye nobeta li ser sînor.

'Heta serkeftinê ez li vir im'

Emîn got ku ew ê heta ku berxwedana Kobanê bi serkeftinê bi encam bibe dê li sînor veneqete û bang li gelê kurd jî kir. Soyal diyar kir ku divê hemû gelê kurd di nava berxwedanê de cih bigire û bê li ser sînor.

Emîn jibilî vê yekê xwest ku gelê kurd xwedî li radyoya Dengê Kurdistanê derkeve û banga bihistiyariyê kir.

(zt)