Malbatên xizmên wan di destê DAIŞ'ê de ne bang li saziyên mafê mirovan kirin
11:42
JINHA
RIHA - Ji 160 kesên ku par ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin tu agahî ji wan nayê standin, Mîzîr Hemîd ê ku birayê wî û 5 xizmên wî dema ji Kobanê derbasî Qamişloyê dibû ketibûn destê çeteyan, banga histiyariyê li saziyên mafê mirovan kir.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bê li ol, ziman û nijadên wan binêre kesên serî ji wan re danayine direvîne û serjêkirinê tên zanîn, aqûbeta mirovên hatine revandin nayê zanîn. Par 160 kesên ji Kobanê revandiye hêj tu agahî ji wan nayê girtin. Mîzîr Hemîd, diyar kir ku ji gundê Helînce ya Kobanê ku birayê wî û 5 xizmên wî jî di nav de 160 kesên dema ji gund û derdora navçeya Kobanê dê derbasî Qamişloyê bibûna ji hêla çeteyan ve êsîr hatin girtin û da zanîn ku ji birayê wî Fawaz Hemîd ê bavê 2 zarokan e tu agahî negirtine.
'Ev saleke ji mala me şîn kêm nebûye'
Mîzîr Hemîd ku bûyera revandina birayê xwe yê bi ajovaniyê debara xwe dike û gundiyên din vegot: "Birayê min û 11 gundiyên me dema ji Kobanê dê derbasî Qamişloyê bibûya, di rê de ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve êsîr hatin girtin. Bi birayê min re zavayê me û 5 kurmamê min jî hebûn. Di wê demî de 160 Kobanêyî êsîr tên girtin. Tê gotin ku ji Girêspî digirin û wan dibin Rakayê. Ev saleke ji yekê jî tu agahî nayê girtin. Du zarokên birayê min ên 3 û 4 sal keç û kurê wî hene. Ev salek e di mala me de şîn kêm nebûye. Ya dawî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê min zarokên xwe û biraziyên xwe hilda û hatin li Pirsûsê bicih bûn. Niha hêviya me ew e ku mirovên bêguneh ên di destê DAIŞ'ê de serbest bên berdan e."
'Cîhan bêdeng dimîn e'
Mîzîr Hemîd, destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan ên bi bandor ên li cîhanê samîmî tevnagerin. Mîzîr, anî ziman ku ji bo mirovên sivîl ji destê DAIŞ'ê bên standin bikevin nava tevgeriyê. Mîzîr, wiha got: "Çi gunehê birayê min û mirovên pê re hebû? Birayê min bi ajovaniyê debara xwe dikir. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hember van babariyê bêdeng dimîn in. Tenê navê wan 'mafê mirovan' e lê tu hewildaneke wan a ji bo parastina mafê mirovan tune ye. DAIŞ'ê ku gundiyên me yên li ser axa xwe dijîn çi dixwaz e? Yeka sûcê me heye ew jî ji ber em kurd in. Ji derveyê erebên sunî, hemû kurdan, baweriyan û nijadên din wek e dijmin dibînin. Cîhan li hemberê vê yekê bêdeng dimîn e."
(zt)

