‘Çalakiyên Taksîmê nîşanda ku hewcedariya Tirkiyeyê bi demokrasiye heye’

14:55

JINHA


STENBOL –  Lîjneya Rêveberiya HDK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li parqa Geziyê şermezar kir û wiha got: “Em wekî gelên li Tirkiyeyê li dijîn zext, zordarî û gaspê dibêjin êdî bes e. Em dixwazin êrîşên ji hêla polîsan ve tê kirin bên rawestandin, kesên ku hatî binçavkirin divê serbest bên berdan, kesên ku berpirsyarê van êrîşan ne divê îstîfa bikin û bên darizandin.”


Lîjneya Rêveberiya HDK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser parqa Geziyê ya Stenbolê û diyar kir ku xwedî li derketina li parqa Geziyê pêl bi pêl li Tirkiyeyê belavbû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gel li hemberî terora dewletê berxwedaneke mezin da.  


Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi navê Qişleya Topê dê marketên mezin bên çêkirin û daxuyanî wiha dom kir: “Bertekên  gelên herêmê bertekeke demokratîk e. Li hemberî daxwazên demokratîk nêzîkatiyeke otorîter hat nîşandan. Bertekên ku li hemû bajarên Tirkiyeyê hat nîşandan tê wateya daxwaza civakeke demokratîk.”


Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pêvajoyak çareseriya pirsgirêka kurd de hêj hikûmet gavek neavêtiye û ev tişt bala hemû alîgirên aştiyê kêşandiye. Daxuyanî wiha dom kir: “Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de jî li hemberî gel êrîşeke bê hempa pêk hat. Em wekî gelên li Tirkiyeyê li dijîn zext, zordarî û gaspê dibêjin êdî bes e. Em dixwazin êrîşên ji hêla polîsan ve tê kirin bê rawestandin, kesên ku hatî binçavkirin divê serbest bên berdan, kesên ku berpirsyarê van êrîşan ne divê îstîfa bikin û bên darizandin, divê çandên li bajaran bên parastin, qedexeyên li Taksîmê ji holê bê rakirin, qedexeyên li ser medyayê ji holê bê rakirin û di serî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav bên avêtin.”


Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: “Berxwedana gelên li Tirkiyeyê dê Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve bibe. Em berxwedana kedkarên qada tenduristiyê ya ku îro pêk tê watedar dibinin. Em dibêjin serê malbata Mehmet Ayvalitaş û Abdullah Comert sax bibe.”


(la)