Endama Meclîsa PYD’ê Hêvîdar Mihemed: Azadiya Rêberê me azadiya me ye!
19:27
Hazal PEKER – Hangül ÖZBEY –JINHA
HEWLÊR – Delegeya Rojava û Endama Meclîsa PYD’ê Hêvîdar Mihemed, di panela Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de axivî, li ser girîngiya rola jinê ya di têkoşînên rizgariyê de, rawestiya. Hêvîdar got ku “Azadiya Rêber Apo, ji aliyê azadiya gelê me ve pir girîng e. Rêberê me, pêşengê avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ev ji bo wan asteng e. Azadiya Rêber Apo, biryardariya tevahiya gelê me û azadiya jinê ye.”
Delegeya Rojava û Endama Meclîsa PYD’ê Hêvîdar Mihemed, ku di rûniştina duyemîn a panela li ser pirsgirêkên jinan de axivî, li ser girîngiya rola jinê ya di têkoşînên rizgariyê de, rawestiya. Hêvîdar wiha got:
“Em pir bextewar in ku van rojên dîrokî parve dikin. Konferans ji bo avakirina yekîtiya me çarenûsê diyar dike. Yên ku yekîtiya me avabikin, ne hêzên devre ne, dînamîkên navxwe ne. Em wek jinên kurd û gelê kurd di vê pêvajoyê girîng dibînin bi qasî wê jî diyarkirina pêşeroja xwe dibînin. Rojhilata navîn ji nû ve tê avakirin. Hêzên emperyalîst, dixwazin yekîtiya netewî asteng bikin. Pêwîstiya kurdan di asta jiyanî de bi hev heye. Pir girîng e ku em bi biryar bin û ji bo pêşerojê mîrateyek bihêlin. Azadiya Rêber Apo, ji aliyê azadiya gelê me ve pir girîng e. Rêberê me, pêşengê avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ev ji bo wan asteng e. Têkiliyên wî yên bi cîhanê re, hatine birîn. Ji bo Kurdên li Kurdistana Rojava dijîn statû qezenc nekin, beriya her tiştî, bêdengkirina rêbertiyê hatiye xwestin. Azadiya Rêber Apo, biryardariya tevahiya gelê me û azadiya jinê ye. Pêwîstiya berpirsyariya me ya dîrokî ya li hemberî gelê me heye.”
Wene - Kamera: Hazal PEKER - Hangül Özbey
(hp/ho)

