Dayîka Ayşe: Heger Nêrgiz jiyan kiribana dê niha li Kobanê ba

08:33

Şêrîn Hiso /JINHA


ŞIRNEX- Fermandara YJA – STAR ê Nêrgiz Cizre di 5’ê Mirdara sala 2012’an de li zozanên Laleşê yê dikeve herêma Elkê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayîka Fermandar Nêrgiz Ayşe Karanhan diyar kir ku ew li hêviya mizgîniya serkeftina berxwedana Kobanê ye û wiha axivî: “Di mijdar 2012’an de min mizgîniya şehadeta Nêrgiz bihîst. Ez bi hêvîme  ku di meha mijdara îsal de em mizgîniya rizgarkirina Kobanê bibihîzin. Heger Nêrgiz bûyrên Kobanê dîtiba dê niha li kobanê ba. Min karîba çek hildaya ez ê çûbama Kobanê tevlî berxwedanê bûbama.”


Zînên Cizîra Botan yên bi çanda xudawendan mezin bûne li Zagrosan têdikoşin û ji mirovahiyê re pêşengiyê dikin. Yek ji wan jî Fermandar Nêrgiz Cizre ye. Wê navê xwe ji kulîlka Nêrgizê ya bi bêhna xwe ya xweş tê naskirin û din ava gelek dermanan de tê xebitandin ku warê wê lutkeyên çiyayên Cudî û Gabare girtiye. Ji lewra wê jî weke navê xwe li lutkeyên çiyayan jiyan kir, fermandarî kir û li wan lutkeyên bilind tevlî karwanê bêdawiyê bû. Fermandar Nêrgiz Karahan bi nasnav Nêrgiz Cizre di sala 1996’an de di 16 saliya xwe de beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Ew ji ber bi çandek xwedî kok ya netewî ji Zînan û ya şoreşgeriyê ji Bêrîvanan hînbûyîbû zu hînî jiyana çiyan bû. Nêrgiz di asta fermandariyê de lig elek herêman peyîwir girt. Di sala 2011’an de weke Fermadara YJA-STAR ê li herêma Wanê fermandarî kir. Di Şerê Gel yê Şoreşgeriyê sala 2012’an de bi pêşengî û fedekariyek mezin li Zagorosan di çeperan de berxwedanî kir. Di 5’ê Mijdara sala 2012’am de li gel 3 hevalên xwe li Zozanên Laleşê yên herêma Elkê ya Şirnexê tevlî karwanê bêdawiyê bû. Dayîka Fermandar Nêrgiz Ayşe Karahan wiha qala wê dike: “Dema ku Nêrgiz şehîd ket di destê wê de nîşeyek biçuk ser  ‘Berxwedan Jiyan e’ nivîsiyî hebû. Di nefesa xwe ya dawiyê de jî li mîrasê Mazlum Dogan xwedî derket.”


‘Ez sirûda dewletek zalim naxwînim’


Salên 90’î salên herî zêde faîlên kiriyar nediyar dihatin jiyan kirin. Di wan salan de li kolanên Cizîrê gelek kes dihatin revandin û wendakirin. Nêrgiz şahidî jig elek bûyerên wiha re kiriye û lorînên gelek dayîkan yên ser zarokên wan bi guhê xwe bihîstiye. Di wan deman de ji ber malbata Nêrgiz jî welatparêzbûn dibû hedefa êrîşên dewletê. Carekê diya wê û bavê wê bi hev re hatin girtin. Nêrgiz li xwişk û birayên xwe dinêrî. Hem jî xwendekar bû û dibistan dixwend. Paşê diya wê derdikeve û bavê wê di girtîgehê de dimîne. Dayîka Nêrgiz Ayşe di derbarê wan salan û nakokiyên Nêrgiz di navê de dijiya de wiha dibêje: “Dema ku Nêrgiz zarok bû û diçû dibistanê xwendekarek serkeftîbû. Wê sirûda tirkan ne dixwend, sîroda kurdî  dixwend. Ala dewleta tirk jî  ranedikir. Weke temenê xwe nebû dema di peyîvî weke mirovek mezin di peyîvî. Ji min re digot ‘Dayê ev sirûd û al  bi zorê ser me hatiye  ferz kirin. Wan bavê min girtine û xistine girtîgehê. Ew zilmê li me dikin. Ez sirûda dewletek zalim naxwînim.’ Dema zarok bû xwe ji cihên bilind di avêt û mîna şervanan xwe perwerde dikir. Ji wê demê de diyar bû dê Nêrgiz jinek serhildêrbe.”


‘Ew bi înat û tolhildêr bû’


Dayîka Ayşe da zanîn ku Nêrgiz di zarokatiya xwe de ne wek zarokan bû ew weke mirovek mezin tevdigeriya û wiha got: “Ji zarokatiya xwe de bi zarokan re zarok, bi mezina re mezin bû. Ji ber pir bi îsrar bû çî bixwesta dikir. Di xwezaya xwe de tolhildêrbû. Tu bêmafî ne dipejirand, diviyaba tola xwe hildabana. Min jî dixwest ez zarokên xwe serbest mezin bikim. Ez tucarî li pêşiya wan nedibûm asteng. Ew lig ora dilê min mezindibû.” Dayîka Ayşe jî jinek serhildêre û zarokên xwe weke xwe mezin kiriye. Tevî Nêrgiz 3 keçên Dayîka Ayşe tevlî nava refên PKK’ê bûne.


‘Piştî çalakiya Zîlan Nêrgiz tevlî nava refên PKK’ê bû’


Dayîka Ayşe diyar kir ku ji ber zordariya dewetê tevî malbata xwe derbazî Herêma Federala Kurdistanê dibe û li Kampa Etrûşê bicîh dibin. Dayîka Ayşe bilêv kir ku keça wê Nêrgiz piştî çalakiya Zîlan beşdarî nava refên PKK’ê dibe û wiha dewam kir: “Di sala 1996’an de piştî çalakiya Zîlan  bi heftekê, soza xwe da û  bi coşek mezin tevlî refên PKK’ê bû. Ez û Nêrgiz wê rojê pir kêfxweş bûn. Roja ku Nêrgiz bi rê ket, mîtîngek hebû. Em bi hev re derketin ser dikê û me wêneyên xwe jî bi hev re kişandin. Piştre min helbestek xwend. Wê rojê Nêrgiz birêket û çu.”


‘Xwezî ez 7 caran şehîd ketibama û cardin rabûbama min tekoşîn kiriba’


Dayîka Ayşe balkişand ser salên demdirêj yên Nêrgirz dinava tekoşînê de û wiha berdewam kir: “Di 17 salên ku Nêrgiz li çiyê bû min Nêrgiz 2 caran dît. Dema ku min Nêrgiz dît ji min re Digot ‘Yadê tu tişt weke têkoşînê xweş nîne.’ Cara duyemîn jî dema min Nêrgiz dît, weke ku min hîs dikir wê şehîd bibe û ezê carekedinê nebînim. Min jêre got: ‘Dema te kurte ne dirêje.’ Wê jî ev bersiv da min ‘Bi hezaran wek min hene û şehîd ketine, piştî min jî dê bêguman tekoşîn berdewam bike û bi berdewam kirina tekoşînê re dê şehîd jî henbin. Xwezî ez 7 caran şehîd ketibama û cardin rabûbama, min ji bo gelê xwe tekoşîn kiribana û cardin şehîd ketibama.’ Şehadet bi dest her kesî nakeve em bi Şehadeta Nêrgiz ser bilind in.”


‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’


Dayik Eyşe diyar kir ku Nêrgiz ji bo azadiya gelê kurd û bi taybet azadiya jinên kurd têdikoşiya û wiha got: “Wê tucarî şideta ser jinê ne dipejirand û digot: ‘Hem dewlet, hem mêr şidetê li jinan dike. Divê tu jin vê nepejirîne û li hemberî tundiyê heta azadiyê tekoşînê bikin. Ji ber azadiya jinê azadiya civakê ye.’ Sehîd Nêrgiz heger ne xwesta xwe azad bike, tevlî tevgerta azadiyê ne dibû, armanca wê azadî bû.”


‘Heger Nêrgiz jiyan kiribana dê niha li Kobanê ba’


Dayîka Ayşe di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew li hêviya mizgîniya serkeftina berxwedana Kobanê ye û wiha axivî: “Di mijdar 2012’an de min mizgîniya şehadeta Nêrgiz bihîst. Ez bi hêvîme  ku di meha mijdara îsal de em mizgîniya rêzgarkirina Kobanê bibihîzin. Heger Nêrgiz bûyrên Kobanê dîtiba dê niha li kobanê ba. Ez ji vê yekê bawerim. Min karîba çek hilda ez ê çûbama Kobanê tevlî berxwedanê bûbama.”


(Şh/zt)