Ne jiyan koletî li Kobanê azadî hilbijart
10:06
Nurcan Yalçın / JINHA
ŞIRNEX – Dayîka Şervana YPJ’ê Yerîvan Botan ya kul i heberî jiyana koletiyê serî hildayî û beşdarî berxwedana Kobanê ya li heberî çeteyên DAIŞ’ê bûyî û di şerekê de jiyana xwe jidestdayî Nazîme Turug wiha qala Yerîvanê dike: “Yerîvan di temenê biçuk de ji ber zewicandin ser wê hat ferzkirin berê xwe da riya çiyan. Keça min jiyana koletiyê ne pejirand û berê xwe da riya azadiyê û çu.”
Şervana YPJ’ê Ozlem Turug bi nasnav Yerîvan Botan di 15’ê cotmehê de din ava berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest da. Yerîvan di 17 saliya xwe de beşdarî nava berxedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê tê kirin bû. Piştî ku Yerîvan din ava çeperên berxwedanê de çavên xwe li jiyanê girt ji bo definkirinê ew şandin cihê lê hatiye dinê navçeya Cizîra Botan ya Şirnexê. Yerîvan li cihê lê hatî dunyayê ber bi rêwitiya bêdawiyê ve hat rêkirin. Yerîvan di sala 1997’an li Cizîra Botanê hat dinê. Din ava 9 zarokên malbatê de ya çaran bû. Ji ber bavê wê li heberî xwendina wê derket tenê karî dibistana seretayî bixîne. Malbatê dixwest bi zarê Yerîvan di temenê biçuk de bi xizmek yê wan re bizewicîne. Yerîvan li hemberî jiyana koletiyê serî rakir û berê xwe da jiyana azad. Barî niha 5 mehan Yerîvan berê xwe da Kobanê û kete nava refên YPJ’ê. Dayîka Şervana YPJ’ê Yerîvan Botan Nazime Turug jiyana keça xwe ya li hember jiyana koletiyê serî hildayî û berjdarî nava refên YPJ’ê bûyî vedibêje.
‘Wê nexwest bibe kole’
Dayîka Yerîvan Nazime Turug diyar kir ku ew heya dawiyê li hember rêya ku keça wê hilbijartiye rêzdare û wiha got: “Keça min bi kesek ne dixwest pêre bizewici re hatibû nîşanî kirin. Di xwestin jiyana koletiyê ser keça min ferz bikin û heya dawiya jiyana wê di malê de bigirin. Keça min nedixwest bizewice. Ji ber wê jî ji malbata xwe jî heznedikir. Nedixwest bi koletî bijî û rêya jiyana azad hilbijart. Ez biç una wê xemgîn nebûm. Ji ber di rêya ku dixwest de çu û di heman rêyê de jiyana xwe jidest da. Ez bi qasî wê bi rêya wê şanazim û her demê serê min bi wê bilinde.”
‘Ji mirina ciwanan Tayyip Erdogan berpirse’
Nazime anî ziman ku keça wê dixwest beşdarî nava PKK’ê bibe û 5 meh berê keça wê Yerîvan beşdarî nava refên YPJ’ê bû û wiha domand: “Her dem serê min bi keça min bilinde. Bila xuda li piş pişta wan hemû kesên hîna di berxwedana Kobanê de li ber xwe didin be.” Nazime balikaşnd ser alîkariya dewleta Tirkiyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û da zanîn ku ji mirina ciwanan Recep Tayyip Erdogan berpirse û wiha berdewam kir: “Ez di jiyan û berxwedan YPG û YPJ’ê de serkeftinê dixwazim. Ez hêvîdarim di demek zud de Kobanê azad bibe û hemû welatiyên Kobanê vegirin ser axa xwe. Ez weke dayîkek şehîdan hêvî dikim êdî dilê dayîkan neşewite. Dilê min jî şewitî bila êdî dilê tu dayîkên dinê ne şewite.”
(zt)

