Welatiyên ser sînor: YPG hat em di ewlehiyê de ne

10:31

JINHA


RIHA – Operasyona ku ji hêla hêzên YPG'ê, Pêşmerge û Burkan El Firatê ve li Tilşeîrê hatiye destpêkirin hişt ku welatiyên gundên ser sînor rehet bibin. welatiyên gundê Boydê ya li hemberî girê Tişeîrê ye hestên xe bi van gotinan anîn ziman: "YPG zarokên me ne. Zarokên me hatin en rehet bû, em êdî di ewlehiyê de ne."

Hêzên YPG, Pêşmerge û Burkan El Firat li gundên Mezrê, Mînaz û Memîtê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon dan destpêkirin welatiyên ku li gundên Pirsûsê yên ser sînorê dimînin rehet bûn. Welatiyên gundên Boydê dimînin gotin ku çeteyan gelek caran gundê wan hedef digirtin û ji ber vê yekê gelek malên wan zirar dîtine û destnîşan kirin ku ji ber ewlehiyê nikarîbûn li erdên xwe yên nêzî sînor bixebitin. welatiyan da zanîn ku operasyona ku ev 3 roj in ji hêla şervanên YPG'ê ve hatiye destpêkirin hiştiye ew xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin û gotin ku çavên wan li benda serkeftina YPG'ê ne.

'YPG zarokên me ne'

Welatiyê gundê Boydê Muhammed Kiliçalp got ku berê çeteyên DAIŞ'ê gundên wan wekî derbasbûnê bi kar dianîn û heta mirovan bi dolmîşan dianîn ji vir derbasî Tilşeîrê dikirin. Muhammed da zanîn ku gelek caran çeteyan gundê wan gulebaran kirine û wiha axivî: "Niha YPG hat. Ew zarokên me ne. Ew hatin, em bi hatina wan re rehet bûn û di ewlehiyê de ne."

‘YPG hewl dide gundê me azad bike'

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatiyê gundê Mezrê ku ji neçarî hatiye gundê Boydê yê Pirsûsê Şukru Sencer (58) anî ziman ku ev operasyona ku ji hêla YPG'ê de hatiye destpêkirin ji bo wan gelekî girîng e. Şukru destnîşan kir ku çeteyên ku ketin gundê wan malên wan wêran kirin û wiha got: "Şervanên YPG'ê zarokên me ne. DAIŞ jî rêxistineke qirêj e. Li ber çavên me malên me wêran kirin û şewitandin. Niha jî şervanên YPG'ê hewl didin gundê me azad bikin. Kî bi ser wan de bombeyan dîşîne bila bişîne, daxwaziya me ew e ku çete ji gundê me bên derxistin. Ger me bombebaran bikin jî em ê biçin di kon de bijîn. Tenê bila çete ji gundê me bên derxistin. Sedemeke tenê ya êrîşa çeteyan li ser gundê me heye ew jî ji bo wêrankirinê ye. Ne wisa be ma li gundê me çi digerin?"

'YPG hat her tişt asayî bû'

Savaş Tîlgen jî got ku wextê çete li nêzî sînor bûn ew nikarîbûn nêzî sînor bibin û anî ziman ku piştî gundên binxetê ketin destên çeteyan leşkerên tirk ji ser sînor vekişiyan û sînor teslîmî çeteyan kirin. Savaş derbarê operasyona ku ji hêla şervanên YPG'ê ve hatiye destpêkirin şûnde tevgera leşkerên tirk ên li ser sînor zêde bûye û wiha pêde çû: "Wextê çeteyên DAIŞ'ê li aliyên bûn lşkerên tirk li wir nedisekinîn. Sînor valakiribûn û ji çeteyan re hiştibûn. Niha jî ev der ketiye destê YPG'ê û leşker bi lez dîsa hatin vir." Savaş bilêv kir ku piştî operasyonê xwe di ewlehiyê de dibînin û wiha berdewam kir: "Niha her tişr wekî berê ber bi asayîbûnê ve diçe. Em dikarin biçin li erdên xwe yên li ber sînor bixebitin. Lê wextê ku DAIŞ li wir bû em nikarîbûn 1o metre nêzîkî malên xwe bibin. Ji ber vê yekê serkeftina YPG'ê ji bo me gelek tiştan îfade dike. Berê zêde girêdana me ya bi PYD'ê re tune bû. Lê niha zarokên me yên biçûk jî dibêjin 'Bijî YPG', 'Bijî Apo'. Niha baş fêm kir ku bê kî çi dikin."

(zt)