'Em dixwazin nefesa xwe ya dawî li Kobanê bidin'
11:11
JINHA
RIHA - Welatiyên ku temenê wan mezin in û herî zêde ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ew bi bandor dibin dixwazin nefesa xwe ya dawî li Kobanê bidin. Welatiyên ku dibêjin "heke mirin be jî bila li axa me be" ji şervanên YPG û YPJ'ê ev daxwaz kirin: "Heke em nekarin vegerin Kobanê û li vir bimirin, heqê xwe li me helal bikin."
Welatiyên ku bi salan di bin pêkûtiya rejîma Esad de man û bi Şoreşa Rojava ve azadiya xwe bi dest xistin ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mecbûr man axa xwe terikandin. Di vê koçberiya mecbûrî de herî zêde jî welatiyên temenê wan mezin û nexweş zehmetiyan dikêşin. Ji van kalm û pîran piraniya wan jî ji ber zilma ku dikin dert jiyana xwe ji dest didin. Daxwaza wan a tekane jî li ser axa xwe bimirin.Welatiyê bi navê Îsmaaîl Mislim (75), Elîf Elî (64) ên ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê zêde bûn ji Kobanê derketin ji bo wan koçberî bûmiriniya duyem. Elî hevserê xwe yê felc e û nikare bimeşe li ser lehifê aniye û dibêje ku êşa ku dikêşin bi gotinê naqede.
Elîf da zanîn ku ji ber ku hevserê wî hem felc e û hem jî gelek nexweşiyên wî hene nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Elîf anî ziman ku ew bixwe jî nexweş e ew jî dema pêdiviyên xwe bi cih tîne zehmetiyan dikêşe. Elîf destnîşan kir ku çûne nexweşxaneyê û jê re gotine dê rewşa hevserê wê de guhertin çênebe ji ber vê yekê jî vegeriyane kon. Elîf got ku piştre zaroka wê hatiye û ev tişt anî: "Heta em hatin vir me gelek zehmetî kişand. Pirsûs jî pareçeyeke Kurdistanê ye lê em dixwazin rojên xwe yên dawî li axa xwe derbas bikin. Heke mirineke me hebe jî bila li ser axa me be. Em dixwazin nefesa xwe ya dawî li mala xwe bidin."
'Hêviya me jinû ve azadbûna Kobanê ye'
Elîf diyar kir ku dê têkoşîna Kobanê bi ser keve û der barê Kobanê de ev tişt anî ziman: "Hêviya me jinûve azadbûna Kobanê ye. Em dixwazin temenê xwe yên maye li wir derbas bikin. Kobanê pir şîrîn û xweşik e. Dema ku em çûn ji bo jiyana xwe ya mayî em ê ji nûve înşa bikin. Em ê rojên xwe yên dawî bi hevre û azad bi rûmet derbas bikin."
'Bila YPG'ê heqê xwe li helal bike'
Elîf bilêv kir ku tekana dermanê êşên ku ew dijî vegera Kobanê ye û ev tişt anîn ziman: "Heke ne ji YPG'ê ba çeteyên ADIŞ'ê de me hemû qetil bikire. Lê hevalan ji bo me canê xwe feda kirin. Em çi bikin nikarin deynê xwe bidin. Ew xwedî li rûmet û namûsa me derketin. Heqê me li ser wan nîn e. Heke dibe ku em nekaribin vegerin Kobanê û li vir bimirin bila heqê xwe ji me helal bikin."
(zt)

