Li Tilşeîrê mayin teqiya: Jinek birîndar bû
11:23
JINHA
KOBANÊ - Li gundê Tilşeîrê ya Kobanê li xeta sînor mayineke demên berê hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de Emîne Fewzî Nasan birîndar bû.
Li xeta Pirsûs û Kobanê mayin teqiya. Li sînorê gundê Tilşeîrê ya Kobanê mayineke ku berê hatibû bicihkirin teqiya. Serê sibehê saet di 09.00'an de teqîn pêk hat û di encama teqînê de jina bi navê Emîne Fewzî Nasan a dayika 7 zarokan e birîndar bû. Emîne a ku ji lingê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneya li Kobanê û li wir tê dermankirin. Hate îdiakirin ku mayina ku teqiyaye ji mayinên bi Peymana Ottowayê hatiye qedexekirin e.
Li aliyê din li xeta Tilşeîrê niha 2 hezar û 500 kes di bin xetereya mayinan de ne.
(zt)
