Li ser sînor zîncîra mirovan hat avakirin
12:34
JINHA
RIHA - Welatiyên ku ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê nobetê digirin zîncîra mirovan ava kirin.
Bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re li ser sînorê Pirsûsê welatiyan dest bi nobetê kirin û nobeta berxwedanê di roja 52'an de didome. Welatiyên li gundê Miseynterê di seatên serê sibê de ji bo avakirina zîncîra mirovan li meydana gund kom bûn. Welatiyan bi keviran li meydana gund YPG û YPJ nivîsandin û berê xwe dan Kobanê. Welatiyan bi destên hev girtin û zîncîra mirovan ava kirin. Çalakiya welatiyan dirûşma "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" bi dawî bû. Piştî çalakiyê welatiyan li derdorê dest bi paqijkirina derdorê kirin.
(zt)

