Li Erzurumê Platforma jinan hat li darxistin

13:51

JINHA


ERZURUM - Li Erzûrumê hemû komeleyên jinan hatin ba hev û Platforma Jinên Erzûrumê li dar xistin.


Li Erzûrumê hemû Komeleyên Jinan hatin ba hev û Platforma Jinên Erzûrumê li darxistin. Serokên Komeleya  ku di bin sîya Vekfa Kalkinmayê hatin ba hev, Seroka Komîsyona Jinan a ERVAK'ê Nuran Çelenk diyar kir ku, ew hewildidin rihê xebata kolektif pêşbixin û li Erzûrumê jinên ku bi dildarî tevî xebatê bûne di wande hizrê hevpar pêkbînin. Her wiha Nuran anî ziman ku, ew dixwezin li Erzûrumê di navbera jinan de yekbûna rihî û piştevanî pêşbixin û  got: “Ji bo zêdetir zindîbûna jinan dinava xebatên bajêr de em hemû jinan vedixwînin xebatên saziyên jiyan yên nava bajêr.”


Serokên komeleyan diyar kirin ku ew biryarên girtine  dê bi jiyanî bikin û ji gotina"Destek çiyê wê heye, dû destan dengê wê heye"derket rê û  diyar kir ku ewê her mihê li komeleyek werin ba hev û li benda hemû jinên ku ser Erzûrumê di ramin bin.     


(rt/zt)