Ji bo Rojavayiyan banga berhevkirina pêdiviyên zivistanê
08:39
Beritan Elyakut- Sarya Gozuoglu /JINHA
AMED – Hevseroka Komeleya Piştevaniya Rojava Yeter Ayka bi hatina demsala zivistanê re ji bo welatiyên Rojava yên ji cîh û warên xwe koç kirine û li ber sermayê ne banga alîkariyê kir û got: “Bi teyîbetî jî pêdivî bi tuştên zivistanê yên weke cîh, nivîn, lihêf, betenye, kinc, xwarin, pêdiviyên zarokan û solan heye. Ji bo wê jî em li benda alîkariyê ne.”
Bi hezaran Rojavayiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji cîh û warên xwe koçkirine ji bo zivistanê pêdiviya wan bi her awayî alîkariyê heye. Alîkariya ji bo welatiyên Rojava li Amedê dibinya Komeleya Piştevaniya Rojava de berdewam dike. Hevserokê Komeleya Piştevaniya Rojava Huseyîn Durmaz balkişand ser bicîhbûna bi hezaran Rojavayiyên li Şirnex, Mêrdî, Amed, Colemêrg û Sêrtê û diyar kir ku ew dixwazin birînên welatiyên Rojava yên koçber bipêçin.
‘Emê weke Komeleya Rojava hesab vekin’
Huseyîn da zanîn ku heya niha hezar û 200 TIR alîkarî ji bo welatiyên koçberên Rojava hatine şandin û wiha got: “Bi hatina zivistanê re giringe ku ji bo welatiyên koçber pêdiviyên zivistanê bên berhevkirin. Em bawerin k udi vî aliyî de gelê me bi baldarî nêzdibin û dê alîkariya xwe bigihînin cihên peyîwendîdar.”
‘Komeleya Rojava netenê ji bo Amedê ye’
Huseyîn bilêv kir ku bi qasî sed hezar welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçberbûne hene û wiha domand: “Me ne tenê li Amedê di heman demê de li hemû navçeyan jî komusyon avakirine û em bi hev re dixebitin. Welatiyên ji Şengal û Kobanê ji ber êrîşên çeteyan neçarbûne cihên xwe berdane û koçber bûne pêdiviya bi alîkariyê heye. Bi tayîbetî jî pêdiviya wan bi hewcedariyên zivistanê yên weke cîh, nivîn, lihêf, betenye, kinc, xwarin, pêdiviyên zarokan û solan heye. Ji bo wê jî em li benda alîkariyê ne.”
‘Divê pêdiviya alîkariyê li gorî zivistanê bê komkirin’
Hevseroka Komeleya Piştevaniya Rojava Yeter Ayka destnîşan kir ku wan despêkê dibinya KCD’ê de xebatên xwe birêve dibirin û paşê jî pêdivî bi komelebûnê dîtine û wiha berdewam kir: “Em weke komele li tevahiya Tirkiyê û tayîbetî jî li bakurê Kurdistanê xebatan birêve dibin. Herî zêde xebatên me ser pêdiviyên mirovî berdewam dike. Heta niha li gorî demsala havînê me îdare dikir. Lê bi hatina demsala zivistanê re em pirsgirêkan jiyan dikin û pêdiviyên me hîn zêdetir dibin.
‘Divê zêdetir alîkarî bi baldarî bên kirin’
Yeter anî ziman ku divê zêdetir bi hesasî alîkarî bên kirin û wiha dom kir: “Niha gelek xalên bi lezgîn pêdivî bi alîkariyê heye hene. Herî zêde jî pêdivî bi li xwekirinên zivistanê, solên zivistanê û xwarinên zivistanê hene. Ji bo ku welatî bi rehetî bikarin xwe bigihînin m eme komusyon avakirin. Ji derveyî komusyonê jî bi rêya şaredariyan û li Herêma Jiyana Hevbeş ya Sumerparkê dikarin xwe tevlî kampanyayê bikin.”
(zt)

