Hediye Guneş: Emê bi zeyîtinvaniyê ber bi kooperatîfê ve biçin

08:42

 


Şehriban Aslan-Beritan Elyakut /JINHA


MÊRDİN – Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Peljin ya Dêrikê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan lez dan xebatên xwe. Civaknasa Navenda Peljin Hediye Guneş diyar kir ku ew ne tenê li navendê lig undan jî ew bi jinan re tên bahev û got: “Di gundan de me dît herî zêde jin bi çandiniyê ve mijul dibin. Ji ber wê jî emê ji zeyîtînvaniyê ber bi kooperatîfan avabiçin.”


Li Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Peljin ya Dêrikê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan yên nava kolanan û gundan lez dan xebatên xwe. Girêdayî pirsgirêkên jinan Civaknasa Navendê Hediye Guneş da zanîn ku ew di xebatên xwe de hewil didin pirsgirêkên jinan çareser bikin û di çarçoveya talebên jinan de xebatên xwe birêve dibin.


‘Em li yek yek telebên jinan guhdar dikin’


Hediye anî ziman ku ew li bendê namînin heya jin bên navendê, ew bi xwe li taxan, kolanan û gundan li jinan digerin li gel wan sohbet dikin, li pirsgirêk û talebên wan guhdar dikin û wiha got: “Di xebatên me yên nava Dêrikê de her taxek talebên wan cuda derketin. Mînak taxek ya me ji me xwestin ku em ji bo wan qursa terzîxanê ji bo wan vekin. Hinek taxan jî xwestin êdî jin di malan de nemînin û bevlî nava xebatan bibin. Birastî jî jin êdî dixwazin beşdarî nava xebatan û jiyana aboriyê bibin.”


‘Dema em çun gundan me dît ku jin bi çandiniyê re mijul dibin’


Hediye destnîşan kir ku wan êdî din ava gundan de jî xebatên xwe dane despêkirin û wiha domand: “Di xebatên me yên nava gundan de me dît ku herî zêde lig undan jin bi çandiniyê ve mijul dibin. Herî zêde talebên jinên gundan vekirina qursên zimanê dayîkê bûn. Li gel van xebatan jî emê ji zeyîtînvaniyê ber bi kooperatîfan ve biçin. Piştî kum e lig undan komîn avakirin emê vêcarê jî dest bi avakirina herêmên bazarê bikin.”


‘Dema despêkê Êzidî hatin di aliyê derunî de nebaşbûn’


Hediye balkişand ser jiyana 120 malbatên Êzidiyan yên ji Şengalê hatine li Dêrikê dimînin û wiha berdewam kir: “Dema ku despêkê malbatên Êzidiyan hatin vêderê di aliyê derunî de gelek xirab bûn. Em hewil didin bi wan re mijul dibin û pêdiviyên wan tînin cîh. Em difikirin ku emê di aliyê derunî de çawan bikaribin ji bo wan bibin alîkar. Em bi wan re dipeyîvin hewildidin bi her awayî ji bo wan bibin alîkar.”


(zt)