Jin bi 25 lireyan dinava baxçeyên pembû de dixebitin

10:02

JINHA


AMED – Li Bîsmîlê piraniya wan jinên ciwan û zarokê serê sibê zu karkerên pembû diçinin derdikevin di kaseyên pîkap û trektoran de diçin nava baxçeyê pembû. Karker din ava pembû de ji serê sibê heya êvarê bi 25 lîreyan dixebitin. Jinên karker diyar kirin ku li gorî keda didin kêm pere digirin lê neçarin bixebitin.


Pembûyê din ava zeviyan de sipîdike li fabrîkayan tên paqijkirin û din ava jiyanê de cihek giring digirin. Lê ew pembû bi hezar zoriyan din ava zeviyan de tên guhandin. Serê sibê bi ronîbûna rojê re piraniya wan zarok û jinên ciwan karker di kaseyên kamyon û trektoran de diçin nava baxçeyên penbû. Karkerên jin havîn û zivistanê dinava baxçeyên pembûyan de dixebitin. Li navçeya Bismîlê ya Amedê karkerên bi 25 lîreyan dixebitin zoriyên karê xwe vegotin.


‘Di dema komkirina pembû de em gelek zoriyan dikişin’


Karkera nava baxçeyên pembû dixebite Emel Altun diyar kir ku ew din ava meha gulan û cotmehê de di baxçeyên pembû de dixebitin û wiha got: “Em di despêka meha gulanê de dest bi çandina tovê pembû dikin. Mêr bi trektorê wê demê pembû avdidin. Em jî 3 mehan din ava baxçeyên pembû de karê xeparê dikin. Paşê jî em 2 mehan edê dikin û hemû giyayên nava baxçeyên pembû kom dikin. Di meha cotmehê de jî em dest bi palehiya komkirina pembû dikin. Bi tayîbetî jî di dema palehiya çinîna pembû de em gelek zoriyan dikişîn.”


‘Em dinava rojê de 25 lîreyan digirin’


Emel wiha qala zoriyên ji despêka demsala havînê heya dawiya demsala payîzê din ava baxçeyên pembû de dibînin wiha anî ziman: “Em di mehên havînê de karê xeparê dikin. Di wan deman de ji germa em gelek zoriyan dikêşin. Di demsala peyîzê de dema komkirina wan de jî din ava baran, herî û sermayê de cardin em gelek zoriyan dikêşin. Ev jî me dide zorê û carnan jî li pêşiya xebata me dibe asteng. Lê ji neçarî em serê sibê ji saet 07.00’an heta êvarî saet 17.00’an dixebitin. Em dinava rojê de 25 lîreyan digirin. Bi qasî keda em didin em destheqek kêm digirin. Lê ji bo alîkariya aborî dayîna mala xwe em neçarin vî karî dikin.”


‘Ji 11 saliyê heya niha ez din ava baxçeyan de dixebitim’


Karkera binavê Fîlîz Altun ya 16 salî jî da zanîn ku ji 11 saliya xwe ve wê dest ji dibistanê berdaye û dinava baxçeyan de dixebite û wiha domand: “Em dinava baxçeyên pembû de karê xeparê dikin û paşê jî ede dikin. Dema gihandinê jî em dest bi çinîna wan dikin. Piştî komkirina wan darê li cihê wan dimîne jî em dibin malê di tendur û sobeyan de dixebitînin.”


‘Zoriyên pembû naqedin’


Fîlîz ya ku paşnavê xwe neda jî bilêv kir ku zoriyên pembû naqedin û wiha berdewam kir: “Zoriyên pembû naqedin. Dema ku em diçinin dixin torban jî divê em vêcarê jî torban bibin vala bikin. Ji ber torba gelek giranin pişta me diêşîne. Kîloya pembû bi 50 kuruşan dihesibînin. Em li gorî giraniya pembûyê ku rojê kom dikin pere digirin.”


‘Em di dema valakirina torban de jî zoriyan dikişin’


Fatmagul Dîlekçî jî derbirî ku ew piştî qediyana dibistanê din ava bêhindanê de diçin nava baxçeyên pemûyan dixebitin û wiha dom kir: “Dema vebûna dibistanan de jî hîna ez din ava pembû de dixebitim û bi şev dema diçim malê jî li ser dersên xwe dixebitim. Din ava kar de ji ber tavê serê min di êşe û ji ber em her dem diçemin pişta  min diêşe. Di dema valakirina torbeyan de gelek zoriyan dikişînim. Li gel vê hemû westanê jî diçim malê vêcarê bi şev dersan dixebitim.”


Wêne: Rozerin Tekin


(zt)