Kobanê li benda mamosteyên ciwan e
10:36
JINHA
RIHA - Xwişkên hev Êzidîxan û Xezal Kadir ên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin Pirsûsê li Saziya Ziman a Şehîd Viyan Amara xebatê dimeşînin diyar kirin ku li navçeyê bi deh hezarana welatiyên Kobanê û Pirsûsê hene û ew li benda roja dersê bidin zarokan e.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê zêde bûn, şervanên YPG/YPJ'ê ji bo zirar negihîje xwişkên hev Êzidîan û Xezal Kadir, ew şandin Pirsûsê. Êzidîxan û Xezal diyar kirin ku heke ji bo wan derfet bên afirandin ew amade ne ku dersê bidin zarokan.
Êzidîxan (17) diyar kir ku wan nexwest ku ji Kobanê derkevin û heta dawiyê ders didan zarokan. Êzidîxan destnîşan kir ku piştî mamoste Viyan Amara di nav refên YPJ'ê de jiyana xwe ji dest da YPG'ê destûr neda ku ew wekî şervan di nava YPG'ê de bimînin û got ku ji wan re gotine pêwîstiya gel bi mamosteyên kurdî hene ji ber vê yekê wan şandine Pirsûsê. Êzidîxan destnîşan kir ku wan li ser kurd û dîroka mirovahiyê, têkoşîna jina û hwd. perwerdehî dîtine û wiha axivî: "Em dixwazin tiştên ku em hînbûne bi zimanê xweragihînin gel. Berê me dizanîbû ku tenê em kurd in lê bi perwerdehiya me dît em bûn mamoste. Em dixwazin gund bi gund bigerin û fikrên Rêber Apo ragihînin gel. Ne tenê li Kobanê em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê Rêber Apo ji gel vebêjin. Lê belê şer derket û DAIŞ bi çekên giran êrîşî me kirin. Piştî daxwaza min a tevli nav refên YPJ'ê bibim hat redkirin derbasî Bakur bûm. Em dixwazin xebata xwe li vir bidomînin. Em dixwazin zimanê kurdî hînî zarokên Pisûs û Kobanê bikin. Her wiha em dikarin Rêberitiyê jî ji wan re bibêjin."
Perwerdehiya 3 merheleyan
Xezal (18) jî anî ziman ku ew li Kobanê berpirsa 35 dibistanan bû û bi bîr xist ku wê 3 deman perwerdehî dîtiye. Xezal da zanîn ku perwerdehî ji bo jinan gelekî girîng e û got ku wan li ser rola jinan a di nava civakê, têkoşîna ku çawa bibin xwedî nasname perwerdehî dîtine. Xezal bilêv kir ku ew bi perwerdehiyê perwedeyê kontrol dikin û der barê sîstema xwe ya perwerdehiyê de jî ev tişt anî ziman: "Ewilî me alfabe nîşan dida. Di merheleya duyemîn de pirtûkan didin xwendin. Merhaleya sêyemîn ji bo zarokên 15 salî ye. Ewilî pirtûka rêziman didin xwendin, piştî vê yekê pirtûka asta duyemîn didin xwendin û herî dawî jî perwerdehiya 40 rojan didome didin şagirtan. Piştî perwerdehiyê nasnameyê û bawernemeyê didin şagirtên."
'Şehîd Viyan Amara mamosteya me ya ewil bû'
Xezal destnîşan kir ku navê Viyan Amara li saziya ziman kirine û wextê ku qala wê kri bi hestyar bû. Xezal derbirî ku Viyan Amara gelek mamoste perwerde kiriye û wiha pêde çû: "Viyan Amara her tişt nîşanî me da. Niha em jî hewl didin ku zarokan perwerde bikin. Divê zarokên me ji şerê psîkolojîk xwe xilas bikin û bala xwe bidin zimanê xwe û Rêber Apo. Divê em Rêber Apo û zimanê xwe hînî zarokan bikin. Em ji vê yekê re amade ne. Li vir çi dikeve ser milên me em ê bikin û bi kêfxweşî dersê bidin zarokan."
(zt)

