'Min hêviya xwe ne ji azadiya Kobanê û ne jî ji ya kurê xwe winda nekir'
10:42
JINHA
RIHA - Kurê jina bi navê Emîne Diyar a 65 salî ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mayî ji Kobanê hatî Pirsûsê Mihemmed Nezîf 9 mehin di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Emîne, diyar kir ku gelê Kobanê bi berdêlên gelek giran berxwedan berdewam kir û wiha got: "Min hêviya xwe ne ji azadiya Kobanê û ne jî ji azadiya kurê xwe winda nekiriye."
Çîrokên welatiyên ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsusê bi êş û kelemê hatine vehûnandin. Ji van kesan yek jî Emîne Diyar a 65 salî ye. Emîne anî ziman ku 9 meh berê kurê wê Mihemmed Nezîf ê 25 salî ket destê çeteyên DAIŞ'ê û ligel êrşa kur û şertên koçberiyê hêviya xwe ya jiyanê didomîn e. Emîne, da zanîn ku li Kobanê nêzî sê salin têkoşîna azadiyê didin li benda mizgîniya kurê xwe yê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Emîne bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya hêzên naventeweyî dora Kobanê girtin û êrîşê li qadên wan ên jiyanê dikin. Emîne, destnîşan kir ku têkildarî kurê xwe re herî dawî agahiya li Rakkayê tê girtin girt.
'Ez dixwazim kurê xwe li mala xwe pêşwazî bikim'
Emîne, anî ziman ku ew nizane ka kurê wê sax e an na û wiha got: "Kurê min her tim di fikra min de ye. Ez nizanim ka wan çeteyên qirêj çi li kurê min kirin. Ligel êrîşa min jiyî dora me hate girtin. Ji bo me hemûyan qetil bikin êrîş li me kirin. Em naçer man mala xwe berbidin. Heke kurê min sax be û berbidin jî me li cihê lê hiştî peyda nake. Ez bi 8 keç û kureke xwe re hatim Pirsûsê. Ez tu tişt naxwazim. Tenê daxwaza min vegera welatê min e. Heke kurê min berbidin ez dixwazim wî li mala xwe pêşwazî bikim."
'Min tu caran hêviya xwe winda nekir'
Emîne, da zanîn ku di vî şerî de gelê Kobanê berdêlên gelek mezin dan û berxwedana xwe wisa berdewam kirin. Emîne, bilêv kir ku dê Kobanê demek herî nêz de ji çeteyan bê paqijkirin û wiha axivî: "Em dê vegeriyan mal û axa xwe. Em dê kurê xwe li malê pêşwazî bikim. Min hêviya xwe ne ji azadiya Kobanê û ne jî ji ya kurê xwe winda nekir. Di vî şerî de gelek lehengên me şehîd ketin. Hemûyan jî ji bo me xwîna xwe rijandin. Xwîna hat rêjandin û berdêlên hatin dayîn bê bergîdank namîn e. Em tu tiştê zêde nexwast. Ez li vir bang li hemû kesî dikim. Ji bo Kobanê çi ji destê kê tê bila bike. Bila Kobanê li hemberî êrîşên van çeteyan nehêlin."
'Tu caran başbûna kurdan nexwastin'
Emîne wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çiqas mirovên qirêj hebûn di nava çeteyên DAIŞ'ê de hene. Çi ji kurdan dixwazin. Me tu tişt li tu kesî nekir ku ev bela bi serê me belav kirin. Tehemûlê nîşanî destkeftiyên kurdan nadin. Tu caran başbûna kurdan nexwestin. Her tim hemû cîhan li hemberî me rawestiya. Her tim xwestin me tune bikin. Niha jî ev mirovên qirêj kirin belaya serê me. Lê em serî li hemberî tu kesî natewînin. Înşallah di demek herî kin de kurê min û me dê ji wan mirovên pîs xilas bibin."
(zt)

